Piştî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê, çalakiyên şermezarkirinê yên li Êlihê destpê kirin, dewam dikin. Girseya gel di roja 11’emîn de li Parka Yilmaz Guney li hev kom bû. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê û heyeta ji Şirnexê tevlî çalakiyê bûn.
Girseya gel ber bi Xaçerêya Basinê meşiya û dirûşmên “Bijî berxwdana Batmanê”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” qîriya.
Piştî meşê Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk axivî, bal kişand ser berxwedan gel a li dijî desteserkirina şaredariyan û destnîşan kir ku heta encamwergirtinê berxwedan wê dewam bike.
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen jî got, “Cîhan şahidê têkoşîna gelê Kurd e. Di nava yekîtiyê de em ê têkoşînê dewam bikin.”
‘HÛN Ê NIKARIBIN VÎ AGIRÊ AZADIYÊ VEMIRÎNIN’
Parlamentera Şirnexê Newroz Ûysal jî got, “Em li dijî sîstema diz, talankar e. Tişta ku li gelê Kurd tê ferzkirin êrîşeke piralî ye. Agirê azadiyê yê gelê Kurd geş bûye û kes nikare vî agirî vemirîne. Ev agirê azadiyê her roj hîn geş dibe. Meseleya Kurd meseleya azadiyê ye. Ne li meclîsê, ne jî li şaredariyan em ê destûrê nedin vê talanê. Berxwedana gel rewa ye. Tişta li derveyî qanûnê ew e ku îradeya gel tê desteserkirin.”
‘NE TALANKAR, LÊ GEL WÊ BI SER BIKEVE’
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk jî got, “Êlih salên 1990’î dît. Li hemberî zextên wê demê bi xurtî li ber xwe da. Niha jî bi rengekî mezin li ber xwe dide. Serketin nêz e. Ne talanker, lê gel wê bi ser bikeve.”
‘EGER ÇARESERÎ TÊ XWESTIN, BILA TECRÎDÊ RAKIN’
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku heta meseleya Kurd neyê çareserkirin pirsgirêkên piralî nayên çareserkirin û got, “Desthilatdariya ku xwe ji şer xwedî dike, polîtîkaya qeyûm dixe dewrê. Di pêvajoya çareserî û danûstandiann de Birêz Ocalan di nava şert û mercên newekhev de deng, gotin û hêza xwe ya çareseriyê nîşan da. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku dijminê edalet û demokrasiyê ye, çareseriyê naxwaze. Eger çareseriyê dixwaze, bila tecrîda li Îmraliyê rake û fikrê Birêz Ocalan bigihêje gelan. Em bang li her kesî dikin ên ku ji bo demokrasiya rasteqîn a li vî welatî têdikoşin ku di 17’ê Mijdarê de li Êlihê bin. Li dijî rejîma tecrîdê ji bo parastina azadiyê em li qadan bin.”
Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmên “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye”, “Bijî Serok Apo” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” bi dawî bû.
Sekna gel a li Xaçerêya Basinê dewam dike.