Di meha Remezanê de welatî bi taybet şerbetên weke Ava Sûs, Temir Hindî û Celab vedixwin. Yek ji van welatiyê ku van şerbetan bi destê xwe çêdike û bi çêkirina şerbetan re debara jiyana xwe dike Mihemed Emîn El Sewas e. Mihemed, sala 1991’an de li Helebê ji dayîk bûye û eslê xwe ji Helebê ye.
NIFŞ BI NIFŞ BELAV DIBE
Mihemed di derbarê fêrbûna şerbetên Remezanê de wekî Temir Hindî, Ava Sûs, Celab wiha got: “Di destpêkê de bavê min û bapîrê min ev kar dikirin lê niha jî ez li şûna bavê xwe vî karî dimeşînim. Di heman demê de ev kar di malbata me de nifş bi nifş belav dibe.”
BÛYE KEVNEŞOPİYEK
Mihemed diyar kir ku şerbetên Remezanê bi mirovan re bûye weke kevneşopiyek ku her Remezan tê vexwarin û wiha pêde çû: “Di meha Remezanê de em van şerbetan bi destê xwe û li gorî xwesteka mirovan çêdikin. Şerbetên ku çêdikim li ser erebokan difroşim û gel jî pir daxwaza van şerbetan dike. Ev şerbet pir tên firotin.”
RÊBAZA ÇÊKIRINA ŞERBETAN
Mihemed ji bo amadekirina şerbetan jî ev agahî parve kirin: “Ji bajarê Reqa, Şam, Heleb û Dêrazorê Ava Sûs, Temir Hindî û Celab tînin. Ava Sûs, bi avayekî hurkirî û amede ji me re tê. Piştre jî li ser av zêde dikin û dibe şerbet. Temir Hindî jî ji bazaran xav tê kirîn. Ji bo nerm bibe rojek di nav ava germ de dimîne. Roja din jî Temir Hindî ku nerm bûye tê kelandin. Her wiha li gorî pêwîstiyê şekir lê tê zêdekirin. Piştî wan gavan Temir Hindî ji bo vexwarinê amade dibe.”
DEBARA JIYANA XWE PÊ DIKE
Mihemed Emîn El Sewas ku di meha Remezanê de şerbetên xwe li ser erebokê difroşe, piştî Remezanê cilên folklorîk a gelê Ereb li xwe dike, kolan kolan digere û şerbetên xwe difiroşe. Mihemed Emîn El Sewas bi vî rengî debara xwe dike.