Çarşem, 11 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Şirnex û Edeneyê agirê yekem ê Newrozê hat vêxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mersînê agirê destpêkê yê Newrozê hate dadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi droneyan êriş li ser kampên partiyên Rojhilat hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî li Swêdê wefat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûncer Bakirhan: Birêz Ocalan got, ‘Nebin parçeyê şerê herêmî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê pîrozbahiyên Newrozê 11’ê Adarê li Kadîfekaleyê destpê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê-Îran di demeke nêz de vebin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat tê çi wateyê?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agirê destpêkê yê Newrozê wê li sûr ên dîrokî bê dadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê CPT Osman: Artêşa Tirk baregehên nû li Başûrê Kurdistanê ava dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo paşerojeke azad û aştiyê li vê derê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Serhildanan ber bi Jineolojiyê ve: Veguherîna ber bi pêşengên jiyana azad ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 8’ê Adarê bi coşeke mezin hat pîrozkirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora Dîlan Karaman: Mirin di encama dorpêçeke pir qatî pêk hatiye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bi deh hezaran kes di mitînga Wanê de ne: Ji Rêber Apo re azadî!
Kurdistan

Bi deh hezaran kes di mitînga Wanê de ne: Ji Rêber Apo re azadî!

Li Wanê di mitînga ku bi deh hezaran kes beşdar bûn de daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di mitîngê de axivî û got, “Heta azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan wê têkoşîna me dewam bike.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Tebax 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Wanê mitînga ku ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve bi dirûşma “Ne tecrîd lê azadî wê bi ser bikeve” hat organîzekirin, bi tevlîbûna bi deh hezaran kesan destpê kir.

Girseya ku qada mitîngê tijî kir, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Piştî deqîqeyekî rêzgirtinê, mitîng bi awayekî bi coş destpê kir. Girseyê posterên Rêber Apo vekir û dirûşemya “Bijî Serok Apo” berz kir.

223 karkerên ku ji aliyê qeyûmê ve ji kar hatin derxistin jî bi pankarta “Em karê xwe, nanê xwe dîsa dixwazin” kete qadê.

GULŞEN KURT: DIVÊ BIRÊZ OCALAN BIGIHE AZADIYA XWE YA FÎZÎKÎ

Piştî axaftina silavkirinê ya endamên Komîteya Amadekar Şevîn Polat û Umît Tayanir, Hevseroka DEM Partî ya bajêr Gulşen Kûrt mafê axaftinê girt û wiha got, “Em ji demên pir girîng derbas dibin. Piştî banga aştiyê ya Birêz Ocalan di nava civakê de atmosfereke aştiyê çêbû. Heta ku aştiyeke bi rûmet pêk bînin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe û bi awayekî fîzîkî azad bibe. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye û em ê vê qebûl nekin.”

DAYIKA AŞTIYÊ: DIVÊ KOMÎSYON BI BIRÊZ OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKE

Piştre endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Muzeyyen Butun axivî û wiha got: “Piştî banga aştiyê ya Birêz Ocalan, kongre hat komkirin û çek hatin îmhakirin. Ji niha şûnde em jî di qonaxekî nû de ne. Li hemberî gavên Birêz Ocalan, dewletê tenê gava komîsyonê avêt. Muxatabê aştiyê Birêz Ocalan e. Divê em vê aştiyê teqez bigihînin encamekî. Komîsyonê ji bo guhdarkirina dayikan bang li wan kir, lê nehişt bi Kurdî biaxivin. Em ê vê qebûl nekin. Divê Birêz Ocalan bi komîsyonê re hevdîtin bike. Heta ku ev pêk neyê em nikarin qala aştiyeke wiha bikin. Divê deriyên zindanan were vekirin û girtî bigihin malbatên xwe. Em soz didin; ji bo aştî û azadiyê çi dikeve ser me bi cih bînin û aştiyê bi encam bikin.”

Mitîng bi konsera hunermend Aylîn Demîrkaya dewam kir.

BAYINDIR: GELÊ WANÊ HELWESTEKÎ BI RÛMET RABER KIR

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku gelê Wanê dîsa helwestekî bi rûmet nîşan da û bertek nîşanî qeyûman da ku afîsên mitîngê jêkirin. Bayindir wiha got, “Ey qeyûm berê xwe bide vê qadê. Dijminatî tu car bi ser neket û wê bi ser nekeve. Qeyûm dîsa bi dijminane 223 hevalên me ji kar avêt. Zîhniyeta qeyûman dijminê gelê Kurd e. Qeyûmên xwe rakin, ji ber ku qeyûmên ve dijminatiya Kurd dikin. Em soz didin ku wê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan wê dîsa bibin hevşerdarên vê bajarê. Gelê Wanê timî li ser piyan e. Eger dibêjin qehremanî çi ye, bila berê xwe bidin bê ka gelê Wanê çawa xwedî li îradeya xwe derdikeve.”

‘DEMA AZADIYA BIRÊZ OCALAN E’

Bayindir di dewama axaftina xwe de wiha got: “Gelê Kurd bi salan in çi qezenc kiribe, bi ked û têkoşîna xwe qezenc kir. Niha pêvajoyek heye û pêşengtiya vê Birêz Ocalan dike. Zîhniyeta kesên ku 100 sal in dijminatiya me dikin hîna ne hatiye guhertin. Ji ber ku dayikên aştiyê di komîsyonê de bi Kurdî axivîn, nehiştîn ku biaxivin. Ev gel bi ziman û çanda xwe heye. Kes nikare ziman û çanda me înkar bike. Birêz Ocalan ji bo ji holê rakirina van înkaran têdikoşe. Azadiya Birêz Ocalan ji bo me ferz e. Heta azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan wê têkoşîna me dewam bike.”

‘AZADÎ NÊZ E’

Bayindir herî dawî bal kişand ser yekîtiya di navbera Kurdan de û wiha got: “Ez balê dikşînim ser bûyerên di navbera Lahur û rêveberiya YNK’ê de pêk hat. Ev rewş bandorekî ne baş li ser Kurdan çêdike. Em rewşekî wiha qebûl nakin. Ev rê ne rê ye. Divê êdî tu Kurd hev nekujin. Birêz Ocalan timî banga yekîtiyê dike. Eger em bibin yek em ê li vî welatî azad bibin. Ger em têkoşîn û yekîtiya xwe di pêşengtiya Birêz Ocalan de mezin bikin, em ê azadiya xwe bi dest bixin.”

Mitîng bi axaftinan dewam dike.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gulistan Tara li ser gora xwe hate bibîranîn: Çapemeniya Azad wê qet neyê bêdengkirin
Nûçeya Pişt re Gultan Kişanak: Komîsyon ji bo çareseriya demokratîk divê guhdarî Ocalan bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Prof. Robinson: Abdullah Ocalan lîderê pêvajoya aştiyê ye

Profesorê Civaknasiyê ya Zanîngeha Kaliforniyayê William I. Robinson piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Nepalê ji ber hezazê du otobus ketin çem: Herî kêm 66 kes mirin

Li herêma Chitwan a ku navenda Nepalê ye, roja Îniyê hezaz çêbû. Piştî hezazê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mersînê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin

Li Mersînê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Reşat Aşan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê-Îran di demeke nêz de vebin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat tê çi wateyê?

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Agirê destpêkê yê Newrozê wê li sûr ên dîrokî bê dadan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?