Parka Newrozê bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin. Xelkê Silopiyayê bi kincê xwe yê neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bû û govend gerand.
Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre peyama Newrozê ya Rêber Apo hate xwendin. Nûnerên DEM Partiyê li pîrozbahiyê axivîn û bal kişandin ser azadî û yekîtiyê ku dirûşma îsal a Newrozê ne.
Parlamenterê Şirnexê yê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez got, “Mîmarê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê. Rêber Apo divê li vê derê di nava gel de Newrozê pîroz bike. Girtiyên siyasî ji bo siyaseta demokratîk divê azad bin. Ji bo vê jî pêwîste gavên şênber bêne avêtin. Divê statuya gelê Kurd bê naskirin. Ev yek jî wê bi saya we bibe.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî işaret bi têkoşîna gelê Kurd kir û anî ziman ku komîsyona li meclîsê ava bû bi têrkerî bi wêrekî tevnegeriya.
Çîgdem Kiliçgun Ûçar got, “Eger komîsyona li meclîsê bi qasî Birêz Ocalan karîbûya gaveke bi wêrek biavêta, îro aştî pêk hatibû. Ji niha û pê ve wext nîne ku em winda bikin. Roj roja avakirina jiyana hevpar e.”
Çîgdem Kiliçgun Ûçar daxwaza jiyana wekhev, zimanê dayikê û azadiyê ya gelê Kurd dubare kir û ji bo têkoşîna hevpar bang li gelan kir.
Di axaftinan de işaret bi êrişên li ser Rojava hate kirin û peyamên piştgiriyê hatin dayin.
Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku di serî de Rêber Apo divê girtiyên siyasî hemû azad bibin û heta ev yek pêk were wê têkoşîna xwe dewam bike.
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate dadan. Pîrozbahî bi muzîkê û gerandina govendê bi dawî bû.

