Sêşem, 23 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nameya vekirî ya KNK’ê ji dewletên NATO’yê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora Neteweyên Yekbûyî: Xisara şerê li Lubnanê 1,38 milyar dolar derbas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çapemeniya azad Bayram Balci jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Beriya civîna bilind a NATO’yê gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gel Şaredarê Adalarê yê CHP’yî 35 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Em ji rastiya pêvajoyê bawer dikin, lewma dimeşînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Biryara Wezareta Karên Hundir li dijî azadiya çapemeniyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li lûtkeya çiyayên Kurdistanê jiyana gerîla: Tenê teyrê baz dikarin li van lûtkeyan bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qilebanê îdiaya ji aliyê walîtiyê berdana 2 cerdevanên ku tundî li jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê banga tevlîbûna Mitînga Azadiyê ya 27’ê Hezîranê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê ji ber konserek li YouTube 8 hunermend hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mêr ê ku Hêlîn Eren qetil kir, bi gotina ‘tehrîkê’ xwe parast

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Hesekê û Dirbêsiyê di Newrozê de ji bo xurtkirina yekîtiya Kurdan bang hate kirin
Rojava

Li Hesekê û Dirbêsiyê di Newrozê de ji bo xurtkirina yekîtiya Kurdan bang hate kirin

Li Hesekê û Dirbêsiyê di pîrozbahiyên Newrozê de hate ragihandin ku divê gelê Kurd ji bo mafên xwe yên siyasî û çandî têbikoşe û banga yekîtiyê li Kurdan hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Adar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di pîrozbahiya Newrozê ya li Hesekê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Abdulxenî Oso axivî. Di destpêka axaftina xwe de Newroz li tevahiya gelê Kurd pîroz kir û got: “Newroza îsal Newroza berxwedan û têkoşîna hiqûqî ye. Newroz bi Kawayê Hesinkar destpê kir heyanî doza Kurd li Sûriyeyê çareser bibe dê Rojava têkoşîna siyasî û hiqûqî bide meşandin. Bi ruhê Mazlûm Doxan em agirê Newrozê dadin. Gelê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe li hemberî pîlansaziya qirkirinê li ber xwe didin. Di Newrozê de ez bang li tevahî gelê Rojava dikim ku em têkoşîna xwe hîn bilindtir bikin da ku Rêber APO fîzîkî azad bibe.”

Her wiha hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed axivî û got: “Agirê Newrozê ev buye zêdetirî 2000 sal venamirê û gur dibe. Li Rojava îsal agirê Newrozê di pîrozbahiyên Newrozê de bi ruhekî nû hat dadan. Pîrozbahiyên Newroza sala 2026`an bi ruhê berxwedanê yê malbatên şehîdan, şervanan û girtiyan tê pîroz kirin.”

Îlham Ehmed bi berdewamî got: “Doza kurdî êdî li ser asta navneteweyî ketiye rojevê. Em bi saya fedakariya gelê Kurd ê Rojava gihîştin deskeftiyên mezin. Gelê Kurd dê her tim têkoşîna xwe berdewam bike û gav paşve nade. Li Sûriyeyê di vê pêvajoyê de em ê ji bo garantîkirina mafên gelê Kurd di destûrê Sûriyeyê de têkoşîn bikin. Divê bê nîqaş zimanê Kurdî zimanê dayîkê fermî di destûrê Sûriyeyê de were naskirin. Her wiha koçber vegerin warê xwe û bi taybet koçberên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Şehba vegerin. Dîlgirtiyên şer ên ku di girtîgehên hikûmetê de ne serbest werin berdan. Ji bo aramî li Sûriyeyê çêbibe divê ev dosya dîlgirtiyan zû were çareser kirin. Çi çêbibe dê dîlgirtiyên me vegerin.”

Îlham Ehmed ji bo aramî û çareserkirina krîza Sûriyeyê wiha got: “Ji bo Sûriyeyê ji nûve were ava kirin divê nasnameya gelê Kurd were naskirin û mafên gelê Kurd ên siyasî û çandî bidin. Eger hebûna gelê Kurd di destûr de neyê naskirin aramî li Sûriyeyê çênabe. Heyanî em bighîjin hedefên xwe em ê tê bikoşin.”

Ji bo parçeyên dîtir ên Kurdistanê jî Îlham Ehmed wiha got: “Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi yekitiyê dikare li hemberî hemû êrîşan li ber xwe bidin. Em tevgerkirina Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ya li hemberî girtin û darvekirine destek dikin. Li Başûr û Bakurê Kurdistanê jî gelê Kurd têdikoşin. Bi hejmareke mezin tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn.”

Îlham Ehmed bal kişand ser rolê jinan a di avakirina Sûriyeyê de jî û got: “Di pêvajoyÊ DE Wê jin di avakirina Sûriyeyê de xwedî rolekî mezin be. Jin dikarin birêvebibin û ji bo bighîjin mafên xwe tê bikoşin.”

DIRBÊSIYÊ

Di Newroza Dirbêsiyê de endama Kordînasyona Kongreya Star Jiyan Hemo axivî û got: “Newroz vejîna ruhê têkoşîna li dijî zilm û desthilatdariyê ye. Serîrakirina gelan a ji bo azadiyê îfade dike. Newroz ji bo hemû gelan cejna nûbûnê ye, sembola berxwedana Mazlûm Doxan e. Agirê Newrozê her tim gur û geş dibe. Di Newrozê de yekitiya neteweyî xurt bikin. Doza Kurdî di rojeva tevahiya cîhanê de ye û divê mafên gelê Kurd werin dayîn.”

Ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber APO destpêkiriye wiha got: “Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de em ê ji bo mafên gelê Kurd qanûnî di destûra Sûriyeyê de werin misoger kirin, têbikoşin.”

Piştî wê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Hemîd Meîş axivî û wiha got: “Newroza îsal bi ruhê berxwedanê û fedakariya hatî kirin, tê pîroz kirin. Bi salan pîrozbahiyên Newrozê qedexe bûn û ji bo em pîroz bikin me şehîd dan. Bi têkoşîna ji bo azadiyê agirê Newrozê dê sal bi sal gurtir bibe.”

Ji bo dîlgirtiyên şer jî wiha got: “Di vê dema dawiyê de şervan di şer de dîl hatin girtin. Ez bang li civata navneteweyî dikim ku zextê li ser hikûmeta Sûriyeyê bikin da ku dîlên şer serbest werin berdan.”

Hemîd Meîş di dawiyê de wiha got: “Bi Newroza îsal re dê yekitiya kurdî xurtir bibe û hevgirtina navbera hemû pêkhateyan bi hêztir bibe.”

Di pîrozbahiyê de peyama Partiya Yekitiya Ermenî jî hate xwendin. Piştî wê komên muzîkê û hunermed derketin ser dikê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Colemêrgê coşa Newrozê
Nûçeya Pişt re Bi deh hezaran kes li Newroza Silopiyayê li hev civiyan: Divê gavên bi wêrekî bêne avêtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 2’YÊ GULANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

KJK: Em bi Jin, Jiyan, Azadî bi ser bikevin!

KJK’ê di salvegera duyemîn a Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de daxuyaniyek da û got: “Em…

Ji aliyê Stêrk TV

Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajaran hatin bibîranîn

Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn piştî ku şehadeta wan hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nameya vekirî ya KNK’ê ji dewletên NATO’yê re

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekarên herêma Cizîrê karnameyên xwe girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rapora Neteweyên Yekbûyî: Xisara şerê li Lubnanê 1,38 milyar dolar derbas kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?