Rojnamevan Serdar Korucu ê ku berê pirtûka “Dayikên Şemiyê: 1000 Hefte li Qada Galatasarayê” li ser aqûbeta 18 kesan bi 22 malbatên windakiriyan re hevdîtin kiribû nivîsandiye, vê care pirtûka bi navê “Ev şîn qet bi dawî nabe” weşand. Pirtûk li ser bûyerên qedexeya derketina derve ya 2015-16’an li heft bajaran û serpêhatiyên kesên ku hezkiriyên xwe winda kirine vedibêje, hetiye nivîsandin. Korucu diyar kir ku ji bo ev bûyer neyên jibîrkirin, bîra civakî zindî bimîne ev pirtûk nivîsandine. Korucu bal kişand ser rola girîng a bîr û bêcezatiyê ya di avakirina aştiyê de û got, “Malbatên êş dikişînin dibêjin aştî. Ew kesên ku divê em wan guhar bikin. Kengî polîtîkaya bêcezatiyê bi dawî bibe wê şîna malbatan jî bi dawî bibe.”
Serdar Korucu pêvajoya nivîsandina pirtûkê wiha vegot: “Em Cemîle bi bûyera ku cenazeyê wê xistibûn sarincê bi bîr tînin an jî Dayika Taybet a ku em hemû wê bi êş bi bîr tînin… Ev tenê çend navên kesên ku di serdema 2015-2016’an di bîra me de mane. Lê divê gelek bûyerên din ên wê serdemê di bîra civakî de bimana. Pêvajoyek mezin a jibîrkirinê pêk hat. Divê ev serpêhatî bihatana tomarkirin. Ji ber ku di civakê de jibîrkirinê cîdî hebû û ji bo ev serpêhatî neyên jibîrkirin me dest bi xebateke bi vî rengî kir. Ger bîr neyê tomarkirin, wê rojekê hesabê wê neyê pirsîn.”
‘DIVÊ BÎRA CIVAKÎ HER TIM ZINDÎ BE’
Korucu destnîşan kir ku bêedaletî rasterast bi pêvajoya aştiyê ve girêdayî ye û wiha domand: “Ger em behsa aştiyê dikin, divê em bi rabirdûyê re rûbirû bên. Tomarkirina tiştên qewimîne û hesabpirsîna mirovan beşek ji aştiyê ye. Berê ji ber ku dewlet û hikûmetan polîtîkayên înkarê dimeşandin, bîra civakî dihat tepeserkirin. Kuştinên nediyar nehatin qebûlkirin. Heta Erdogan jî vê dawiyê ev yek qebûl kir, lê tu lêborîn an hewldanek çênebûye.”
‘DIVÊ EM GUH BIDIN MALBATAN’
Serdar Korucu tekez dike ku di pêvajoya diyalogê ya berdewam de, mafê rastîn ê axaftinê divê ji bo kesên ku bi xwe êş kişandine be: “Kesên ku di salên 2015-2016’an de xizmên xwe winda kirine, muxatabên rastîn ên aştiyê ne. Ger pêvajoya aştiyê berdewam bikira, Cemîle îro wê jineke ciwan bûya. Dibe ku me navê wê jî nizanibûya. Dîsa, me yê Dayika Taybet qet nas nekira. Le nebû. Me bedena wê ya bêcan li kolanê dît. Ji ber vê yekê aştî pir girîng e. Zarokeke piçûk li ber dayika xwe ji hêla polîsên tîmên taybet ve hat gulebarankirin. Malbata wê aştiyê dixwaze. Wê gavê divê em bêdeng bimînin û guh bidin wan.”
‘HETA BÊCEZATÎ BI DAWÎ NEBE ŞÎN JÎ BI DAWÎ NABE’
Serdar Korucu li ser pirtûka xwe ev tişt anî ziman: “Van malbatan heta merasîmên cenaze jî nekirine. Çarenûsa kesên ku di binçavan de winda bûne û cezakirina sûcdaran daxwazên wan ê herî bingehîn e. Heta ku bêcezatî berdewam bike, şîn jî bi dawî nabe. Bêcezatî li her derê ye. Divê ev bi dawî bibe. Di vê nuqteyê de, pêwîstî bi aştiya civakî heye û civak aştiyê biaxive.”
AŞTIYA RASTÎN GUHDARKIRINA MALBATAN E
Korucu anî ziman ku eger aştî û rûbirûbûn pêk were, wê heta radeyekê şîna wan sivik bibe û wiha bi dawî kir: “Mirî wê venegerin, lê qet nebe wê wijdanê wan rehet be. Mafê rastîn ê axaftinê yê malbatan e. Divê ew beşdarî pêvajoyê bibin. Ez hêvî dikim ku daxwazên wan bi ser bikevin. Ji ber vê yekê, divê malbat di komîsyona Maclisê de cih bigirin û gotina xwe bibêjin. Ev pêvajo bi 2015-2016’an ve ne sînorkiriye; divê ew kesên ku di hemû serdeman de êş kişandine beşdarî vê pêvajoyê bikin. Ji ber ku ew aliyê rastîn ê aştiyê ne. Aştiya rastîn bi guhdarkirina wan dikare pêk were.”