Ji bo vegotina heqîqetê pêwîstî bi ziraviyeke mezin û kûrahiyeke mezin heye. Ya rast divê mirov bibe parçeyekî wê heqîqetê û ji bo wê têbikoşe. Divê mirov şehîd Nûreddîn Sofî ji zimanê xwe, ji pênûsa xwe fêhm bike, nas bike.
Şehîd Nûreddîn Sofî di nivîseke xwe de got, “Dîrok ne çîroka rastiyeke qewimî ye, di heman demê de ne tiştekî nebûye. Ev nêzîkatî wê bê wê wateyê ku rabirdûyê, roja îro û siberojê ji hev qut binirxîne û bikeve rewşa li dijî zanistê. Lewma gelekî girîng e ku em xwe li ser bingehên zanistî analîz bikin. Mixabin ev analîzkirin ji bo Kurdekî gelekî zehmet û tevlîhev e. Ji ber ku xwedî hebûneke welê ye ku dem bi xwe jî ji bo wê wateyeke xwe nîne; gava ji dayik dibe amadekariyê ji mirinê re dike, di navbera mirin û jiyanê de ti cudahî nîne, ne rabirdûya xwe heye ne jî siberoja xwe.”
Avaniyên dîrokî û têkiliyên dîrokî yên ku hişmendiya heqîqetê derdixîne holê mirovan ber bi hebûnê û veguherînê ve dehf didin. Cudakirina van ji hevdu û dûrxistina wan ji diyalektîkê wê di cîhana fikrî de rizandinê bi xwe re bîne.
Gava ku di fikir de pêşketin, guherîn û veguherîn nebe, kêliyên ku dubarebûn rû dide jiyaneke kolebûyî destpê dike. Rêber Apo li hemberî vê jiyanê bi paradîgmaya azadîparêziya jinê û wekheviyê; di çarçoveya fikrekî li ser bingeha rêbaza jiyana felsefî ya herî pêşketî di guherîn û veguherînê de şoreşa mejî kir. Nûreddîn Sofî jî para xwe ji vê şoreşa fikrî wergirt û li nava rastiya Rêber Apo bû sosyalîstek.
Nûreddîn Sofî di nava dîroka xwe ya têkoşînê ya 32 salan de bû xwedî kesayetiyekî welê ku baş fêhm kir, têgihişt û hêza xwe ya pêşdîtinê xurt bû. Analîzên wî yên dîrokî û civakî kir ku her tim bi gavekê li pêş be û ji aliyê hezkirinê ve bibe bineheke dilsoziya bê dawî. Di nava 32 salan de ku rêbaza berxwedanê û jiyanê ya PKK’ê ji xwe re kir esas, bi hevrêtiya xwe ya bi heybet û bi hezkirinê dagirtî, li her qadê yê bijarte bû.
Bû yek ji wan kesayetan ku kesayetiya têkoşînê û serbilindiya wê her baş fêhm kir. Di nivîseke xwe ya din de li ser vê mijarê gotibû, “PKK ew tevger e ku mirovekî welê diafirîne ku ji vê rêveçûnê re dibêje ‘rawest e’, Kurd jinûve diafirîne; bi serbilindî li rabirdûyê dinihêre, roja îro jî bi zanebûn dijî û bi hêvî li paşerojê dinihêre. Ev yek bi pêşdîtina Rêber Apo û hişmendiya wî ya dîrokî re di nava şehîdên me yên mezin de îfadeya xwe dîtiye. Dendikeke hîdrojen li gel ku ji elektronekê û protonekê pêk tê û atoma herî sivik e jî veguherîna bêdawî ya enerjiyê pêk aniye. Bi Egîdan, Zîlanan û Bêrîtanan hate dîtin ku mirovê herî lawaz dema gihîşt hêza momentûmê dikare bigihêje asta herî bilind. Milîtaniya tevgereke bi vî rengî ya xwedî nirxên mezin û bi heybet, rakirina berpirsyarî û erkên gelekî cidî û giran e. Ji ber vê jî divê em xwe bi xurtî analîz bikin û bigihînin asta jiyaneke bi zanebûn.”
Nûreddîn Sofî di nava rastiya xwe ya têkoşîn û berxwedanê ya 32 salan de daxwaza jiyanê ya Egîd, Zîlan û Bêrîtanan di kesayetiya xwe de şênber kir. Weke mînaka pakkirina bi hezaran ruhî di nava bedenekê de bi dilxwaziya serketinê ya şehîdan rabû û xwe tevlî nava ahenga meşeke têgihiştî kir. Ya ku di kesayetiya wî de meşiya eşqa jiyana komînalîst bû ku bi nêrîna wî ya felsefî û îdeolojîk ava bû. Dilsoziya bi şehîdan re û meşeke di vê oxirê de temînata dilsoziya bê dawî û hezkirina bêdawî ye.
Nûreddîn Sofî di pratîka xwe ya 24 salan a çiyê de li çar parçeyên Kurdistanê bi berxwedêriyeke mezin şopa xwe li ser her rêyê hişt. Bi hhevrêtiya xwe ya rast û yekbûna wateyê ya kûr re ket nava têkoşîneke bêdawî û heta şaneya xwe ya herî biçûk xwe jinûve afirand.
Nûreddîn Sofî di nivîseke xwe de li ser kêfxweşiya xwe ya bûyîna PKK’yiyekî û têkoşîna ji bo jiyanê gotibû, “Ez dixwazim xwe li ser bingeha vê nêrînê binirxînim. Di sala 1970’î de li gundekî ji 30 malbatan ê Qamişloyê ji dayik bûm ku nîvê wan Kurd, nîvê wan jî Ereb bû. Li nava malbatekê mezin bûm ku ji aliyê aborî ve xizan bû; di navbera Kurdîtî û Erebbûyînê de diçû û dihat, ji aliyê neteweyî û çandî ve xwedî nasnameyeke şênber nebû. Derdoreke welê bû ku olperestî û terîqat lê bi bandor bû. Heta salên xwe yên xwendina lîseyê di nava bêhevsengiya civakî û aborî de mam. Di salên lîse û zanîngehê de min nivîsên ramangerên sosyalîst xwend û sempatîzanên PKK’ê nas kir. Dibe ku ez di nava PKK’ê de nehatibim afirandin, lê belê weke ku PKK ji bo min hatibû afirandin. Ji ber ku li derveyî PKK’ê ji bilî nav, jiyaneke ji rêzê û fikirîna li ser mirinê tiştekî din tine bû. Piştî ku tevlî nava PKK’ê bûm min hîs kir ku mirov im û kêfxweş bûm ku zor û zehmetiyan ji pêşiya xwe radikim.”
HEM FERMANDAREKÎ MEZIN HEM JÎ WÊJEVANEKÎ MEZIN BÛ
Nûreddîn Sofî bi taybetmendiyên xwe yên gelparêz û komînal, bi danûstandinên xwe yên mirovên ji her temenî, bi belavkirina moral û motîvasyon, coş û kelecanê fermandarek bû ku navê xwe li dîrokê nivîsî. Di heman demê de weke wêjevanekî bêhempa bi dehan bîranîn nivîsand.
Fermandar û şoreşgerê pêşeng ê gelê Rojava Nûreddîn Sofî dema ku serdana çiyayên Kurdistanê kir ku hevalên xwe yên berê bibîne, di 6’ê Nîsana 2021’ê de li qada Bergarê ya herêma Garê di êrişa hewayî ya artêşa Tirk de li gel Bahtiyar Gabar ê pê re şehîd bû. Mîrateyeke mezin li pey xwe hişt. Xwedîderketina li vê mîrateyê û dilsoziyê, ji bo siberojên ronî û azadiyê yekane rê ye.

