Ji bo gerîlayê HPG’ê Şiyar Serdar (Huseyîn Taşkin) ê di 21’ê Adara 2009’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li navçeya Wêranşar a Rihayê, sersaxiyê hat danîn.
Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Welatên Qedîm Winda Kirin re (KATDER), nûnerên partiyên siyasî, endamên rêxistinên demokratîk û gelek kes serdana sersaxiyê kirin.
Di sersaxiyê de ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Beşdaran sersaxî ji malbatê re xwestin.

