Pêncşem, 24 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Riha bi 5.8 pileyî hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    CDK-F: Ji bo xwedîderketina li mîrateya Riza Altûn û hemû şehîdan em li hev dicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê SUDEF’ê Turker: Em piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê, amade ne ku bi berpirsyariya xwe rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn wê 25’ê Îlonê li Parîsê bê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jiyaneke ji cihêrengiyan dikare bibe zemîna aştiya civakî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pisporên NY’yê banga bidawîkirina komkujiyên kolberan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sînorê Îranê kolberekî Kurd hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darên ku li Amêdiyê tên birîn, ji bo Tirkiyeyê tên veguhastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan Çelê li Şengalê bi merasîmekî hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cihê gora gerîlayê HPG’ê Gezîcî piştî 21 salan hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sakarya, Konya û Hatayê 3 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Tevgera Azadiya Kurdistanê nîşanî cîhanê da ku gelê Kurd aştiyê dixwaze’
Kurdistan

‘Tevgera Azadiya Kurdistanê nîşanî cîhanê da ku gelê Kurd aştiyê dixwaze’

Akademisyen û nûnerên siyasî di panela duyemîn de axivîn û diyar kirin ku Tirkiye hewl dide li gorî berjewendiyên xwe teşe bide pêvajoyê û wê di bin kontrola xwe de bigire.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Silêmaniyê foruma “Piştî salekê, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê ber bi kû ve diçe?” hat lidarxistin. Mamosteya Zanîngehê Dr. Telar Elî, Mamostayê Zanîngehê û Lêkolîner Dr. Selam Ebdulkerîm, Nûnerê Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Herêma Kurdistanê Mihemed Ala beşdarî panela duyemîn bûn.

Mamosteya Zanîngehê Dr. Telar Elî di axaftina destpêkê ya panelê de balê dikîşîne ser egera serketina pêvajoya çareseriyê û rola Kurdan. Dr. Talar Elî got: “Ger pêvajoya aştiyê bi ser bikeve, dewletên ku Kurd di nav wan de hatine dabeşkirin, wê me danin ser mêza mafan. Ger ev pêvajo bi ser bikeve, wê bandorek pir baş bike û ne tenê dewleta Tirkiyeyê biguherîne, lê di heman demê de bandorek li derveyî Bakurê Kurdistanê jî bike. Tevgera Azadiya Kurdistanê gavên cidî avêtiye û nîşanî cîhanê daye ku Kurd amade ne ku aştiyê bidest bixin.”

Di dewama axaftina xwe de Dr. Telar Elî wiha got; “Piştî Ebdulkerîm Qasim, li ser hebûna Kurdan, çand û zimanê Kurdî qet nehatiye axaftin. Lê Tevgera Azadiya Kurd pirsgirêka Kurd vejand, her çend ew neçar ma ku şer bike jî, lê Kurd her gav ji bo aştiyê amade ne. Her çend em ji bo aştiyê amade bin jî, divê em ji bo şer û ji bo her gaveke nexwestî amade bin.”

Di dawiyê de Mamostaya Zanîngehê Dr. Telar Elî têkildarî bi serketina pêvajoya çareseriyê re encam û destketiyên ku Kurd bidest bixin bi van gotinan anî ziman; “Divê li vê pêvajoyê bi çavekê kêm neyê mêzekirin. Ger pêvajoya aştiyê bi ser bikeve, emê di çend salên pêş de encamên siyasî, aborî, çandî û dîrokî bibînin. Ji ber vê yekê, divê her kes piştgiriyê bide pêvajoyê û ji bo ku ew bi ser bikeve, bixebite.”

‘PÊVAJO NE MUZAKERE YE DI QONAXA LÊGERÎNÊ DE YE’

Mamosteyê Zanîngehê û Lêkolîner Dr. Selam Ebdulkerîm diyar kir ku pêvajo hîn jî di qonaxa muzakereyê de ye û got; “Tirkiye hewl dide li gorî berjewendiyên xwe teşe bide pêvajoyê û wê di bin kontrola xwe de bigire. Hişmendiyeke ku di çarçoveya pêşniyarên ocalan de dimeşe heye. Lê hîn jî zemîneke siyasî û qanûnî ya çareseriyê nehatiye afirandin.”

‘BÊYÎ KURDAN WÊ PÊŞEROJA SÛRIYEYÊ NEBE’

Nûnerê Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Herêma Kurdistanê Mihemed Ala li ser rola Kurdan a li Sûriyeyê rawestiya.  Mihemed Ala anî ziman ku di sed salên dawî de gelê Kurd li çar parçeyan têkoşîna maf û azadiyê dimeşîne û got, “Piştî sala 2011’an û şoreşa Sûriyeyê, ji Kurdan re tenê şerê nasnameyê nema. Li şûna wê, şerê xweparastinê destpê kiriye. Ji ber vê yekê êdî Kurd xwedî biryarên xwe ne û bêyî Kurdan wê pêşeroja Sûriyeyê nebe. Li şûna wê, divê Kurd û hemû civak di pêşeroja Sûriyeyê de rolek bi bandor bilîzin.”

Têkildarî aloziya Sûriyeyê û nasnameya Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî Mihemed Ala ev tişt got; “Pirsgirêka Sûriyeyê ne pirsgirêkek siyasî ya şexsî ye. Berevajî vê, ew pirsgirêkek civakî ye. Divê mafên civak û neteweyan werin misogerkirin. Pirsgirêka giştî ya Sûriyeyê bi hişmendiyek teng a neteweperest nayê çareserkirin. Di şûna wê de, divê li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  ji bo çareseriyê were mêzekirin. Ji ber ku Rêveberiya Xweser jiyanek xwezayî ava dike. Lê dema ku netew dewlet têne afirandin, ew mirov ji vê xweza û hebûna xwe bêpar dikin. Piştî hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyê, hikûmeta demkî ya Şamê armanc kir ku hikûmetek îslamî û neteweperest ava bike. Lê tiştê ku rê li ber vê planê girt, îradeya gelan a di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bû.”

Panel bi banga hevpar a li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi dawî bû û wiha hat gotin: “Gelê Kurd alîgirê aştiyê ye. Lê edalet û wekhevî nebe nabe ku aştiyeke mayînde pêl were.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, îro bi gava me ya Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe’
Nûçeya Pişt re Bi girseyî serdana sersaxiya şehîd Şiyar Serdar hat kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Bi çand û hunerê re xweparastina jinê hat pêşxistin’

Endama Koordînasyona Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn Mizgîn Çolaq diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, 3 drone hatin xistin

HPG'ê diyar kir ku di serî de herêma rojavayê Zapê li qadên gerîla 3 dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

YNK û Nifşê Nû peymana tifaqê îmze kirin

YNK û Nifşê Nû bi merasîmekê hevpeymaniya bi navê ‘Hevsengî û Vejîn’ a di navbera…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Di şerê Ûkraynayê de tundiya zayendî: NY’ê zêdeyî hezar bûyer tespît kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Sánchez ji bo Sekreteryaya Giştî ya NY’yê pêşniyar kir ku jinek Latîn Emerîka bê erkdarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Riha bi 5.8 pileyî hejiya

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?