Li Silêmaniyê foruma “Piştî salekê, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê ber bi kû ve diçe?” hat lidarxistin. Mamosteya Zanîngehê Dr. Telar Elî, Mamostayê Zanîngehê û Lêkolîner Dr. Selam Ebdulkerîm, Nûnerê Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Herêma Kurdistanê Mihemed Ala beşdarî panela duyemîn bûn.
Mamosteya Zanîngehê Dr. Telar Elî di axaftina destpêkê ya panelê de balê dikîşîne ser egera serketina pêvajoya çareseriyê û rola Kurdan. Dr. Talar Elî got: “Ger pêvajoya aştiyê bi ser bikeve, dewletên ku Kurd di nav wan de hatine dabeşkirin, wê me danin ser mêza mafan. Ger ev pêvajo bi ser bikeve, wê bandorek pir baş bike û ne tenê dewleta Tirkiyeyê biguherîne, lê di heman demê de bandorek li derveyî Bakurê Kurdistanê jî bike. Tevgera Azadiya Kurdistanê gavên cidî avêtiye û nîşanî cîhanê daye ku Kurd amade ne ku aştiyê bidest bixin.”
Di dewama axaftina xwe de Dr. Telar Elî wiha got; “Piştî Ebdulkerîm Qasim, li ser hebûna Kurdan, çand û zimanê Kurdî qet nehatiye axaftin. Lê Tevgera Azadiya Kurd pirsgirêka Kurd vejand, her çend ew neçar ma ku şer bike jî, lê Kurd her gav ji bo aştiyê amade ne. Her çend em ji bo aştiyê amade bin jî, divê em ji bo şer û ji bo her gaveke nexwestî amade bin.”
Di dawiyê de Mamostaya Zanîngehê Dr. Telar Elî têkildarî bi serketina pêvajoya çareseriyê re encam û destketiyên ku Kurd bidest bixin bi van gotinan anî ziman; “Divê li vê pêvajoyê bi çavekê kêm neyê mêzekirin. Ger pêvajoya aştiyê bi ser bikeve, emê di çend salên pêş de encamên siyasî, aborî, çandî û dîrokî bibînin. Ji ber vê yekê, divê her kes piştgiriyê bide pêvajoyê û ji bo ku ew bi ser bikeve, bixebite.”
‘PÊVAJO NE MUZAKERE YE DI QONAXA LÊGERÎNÊ DE YE’
Mamosteyê Zanîngehê û Lêkolîner Dr. Selam Ebdulkerîm diyar kir ku pêvajo hîn jî di qonaxa muzakereyê de ye û got; “Tirkiye hewl dide li gorî berjewendiyên xwe teşe bide pêvajoyê û wê di bin kontrola xwe de bigire. Hişmendiyeke ku di çarçoveya pêşniyarên ocalan de dimeşe heye. Lê hîn jî zemîneke siyasî û qanûnî ya çareseriyê nehatiye afirandin.”
‘BÊYÎ KURDAN WÊ PÊŞEROJA SÛRIYEYÊ NEBE’
Nûnerê Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Herêma Kurdistanê Mihemed Ala li ser rola Kurdan a li Sûriyeyê rawestiya. Mihemed Ala anî ziman ku di sed salên dawî de gelê Kurd li çar parçeyan têkoşîna maf û azadiyê dimeşîne û got, “Piştî sala 2011’an û şoreşa Sûriyeyê, ji Kurdan re tenê şerê nasnameyê nema. Li şûna wê, şerê xweparastinê destpê kiriye. Ji ber vê yekê êdî Kurd xwedî biryarên xwe ne û bêyî Kurdan wê pêşeroja Sûriyeyê nebe. Li şûna wê, divê Kurd û hemû civak di pêşeroja Sûriyeyê de rolek bi bandor bilîzin.”
Têkildarî aloziya Sûriyeyê û nasnameya Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî Mihemed Ala ev tişt got; “Pirsgirêka Sûriyeyê ne pirsgirêkek siyasî ya şexsî ye. Berevajî vê, ew pirsgirêkek civakî ye. Divê mafên civak û neteweyan werin misogerkirin. Pirsgirêka giştî ya Sûriyeyê bi hişmendiyek teng a neteweperest nayê çareserkirin. Di şûna wê de, divê li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çareseriyê were mêzekirin. Ji ber ku Rêveberiya Xweser jiyanek xwezayî ava dike. Lê dema ku netew dewlet têne afirandin, ew mirov ji vê xweza û hebûna xwe bêpar dikin. Piştî hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyê, hikûmeta demkî ya Şamê armanc kir ku hikûmetek îslamî û neteweperest ava bike. Lê tiştê ku rê li ber vê planê girt, îradeya gelan a di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bû.”
Panel bi banga hevpar a li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi dawî bû û wiha hat gotin: “Gelê Kurd alîgirê aştiyê ye. Lê edalet û wekhevî nebe nabe ku aştiyeke mayînde pêl were.”

