Ji bo gerîlayê HPG’ê Abdullah Arslan (Gelhat Koçer) ê ku 9’ê Hezîranê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li gundê Kuwex ê navçeya Hezex a Şirnexê şîn hate danîn. Bi girseyî serdana şînê hate kirin.
Serdan bi pêşengiya MEBYA-DER’ê pêk hat. Parlamenterên DEM Partiyê Newroz Uysal û Mehmet Zekî Îrmez, DBP, TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din beşdar bûn. Gel bi dirûşmeya “Şehîd namirin” heta cihê şînê meşiya.
Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê û destnîşan kir ku divê her kes li dijî êrîşan bisekine. Birayê Arslan jî nerazîbûn nîşanî êrîşan da.