Sêşem, 20 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Lêpirsîna ÎBB’ê: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî avakirina komîsyona Meclisê ya ‘bi rayeya tam’ pêşniyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bi Partiya Saadetê re hevdîtinê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina navbera DEM Partî û DEVA 1,5 saetî dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şenyaşar: Ji bo aştiyê em deyndarê Sirri Sureyya Onder in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 6’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferhat Amed: PKK’ê gelekî mirî rakir ser piyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zozan Çewlîg: Di bin zexta qirkirinê de jin bê parastin nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seyfî Zogûrlû: Şerê ku niha bê kirin hîn zehmet e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevalê Fûat PKK di çarçoveya jinê de nirxand û jin timî weke pêşeng dît’ – NÛ BÛ

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK’ê ji bo parastin û mezinkirina mîrateya şehîdan bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Herfordê pêşangeha Hêviya Tawisê Melek hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê piştgirî da banga Rêber Apo
Rojane

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê piştgirî da banga Rêber Apo

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê piştgiriya xwe ya ji bo banga "Civaka Aştî û Demokratîk" ya Rêber Apo ragihand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Adar 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, li gel endamên platformên demokrasiyê yên ji bajarên herêmê, li ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Meydana Şêx Seîd/Dag Kapiyê daxuyaniyek da. Endamê Platforma Ked û Demokrasiyê Ahmet Başak ê ku ji Şirnêxê hat daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Em piştgiriyê didin banga aştî û civaka demokratîk” ji ber şal û şepîk li xwe kiribû ji aliyê polîsan ve hat xwestin ku ji qadê bê derxistin. Li ser vê yekê li qadê nîqaş derket.

 Başak bertek nişan da û wiha got: “Min ev yek ji Şirnexê li xwe kir heta ku hatim vê derê. Di vê de xeletî tune ye, ev cil û bergê min yê herêmî ye. 27 salan in ji bo vê dewletê dixebitim.” Piştî bertekê, şefê polîsan got ku ew ê destûrê nede, bi hinceta ku “cilên wan apolet hene” destur neda. Piştî mûzakereyan nasnameya ku ji Başak hat girtin hat vegerandin û daxuyanî hat dayîn.

 BANG HÊVIYÊ DIDE

 Metna hevpar ji aliyê Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) Şaxê Amedê Mehmet Nûr Ûlûs ve hat xwendin. Ulus destnîşan kir ku polîtîkayên yekperest ên ji avakirina komarê û vir ve tên meşandin, berhema feraseteke ku avaniya pir nasnameyî û pirçandî ya Tirkiyeyê, bi taybetî jî pirsgirêka Kurd ji nedîtî ve tê û wiha got: “Bi polîtîkayên zext û înkarê re naskirina nasnameyan bêdeng kiriye. Çareseriya pirsgirêka Kurd, ne bi rêbazên şer û asîmîlasyonê, rastiyeke civakî bû ku divê bi rêbazên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin. Lê belê, berî ku ev hêvî veguherin aştiyeke mayînde, pevçûnan ji nû ve destpê kirin û bi hezaran ciwanên me li van xakan jiyana xwe ji dest dan. Bêçareserî hiştina pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêkek siyasî û civakî afirandiye, di heman demê de bandorek kûr li aboriya welat kiriye.”

Ûlûs da xuyakirin ku budçeya ji polîtîkayên şer re hatiye veqetandin çavkaniyan tüne dike, krîza aboriyê kûrtir dike û bêkarî û xizaniyê zêde dike û wiha got: “Polîtîkayên şer ne tenê ji aliyê madî ve di heman demê de zerar daye avaniya civakî, mafên demokratîk hatine sînordarkirin, hevsengiya ekolojîk xera kiriye û civak bênefes hiştiye. Daxuyaniya ku birêz Abdullah Ocalan di 27 ‘ê Sibata 2025’an de da, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hêviyek nû afirand. Banga birêz Ocalan nexşerêyeke ku ne tenê rê li ber bidawîbûna şer veke, di heman demê de avakirina aştiyeke demokratîk û mayînde bi xwe re tîne. Divê gelên Tirkiyeyê û hemû beşên civakê ji bo serketina vê pêvajoyê bi berpirsyarî rabin.”

Ûlûs da zanîn ku ji bo çareseriyê divê rêyên demokratîk bêtir bên bikaranîn û her wiha neçar in civakeke demokratîk ava bikin û barek mezin dikeve ser mile meclîsê. 

ROLA JINAN

Ûlûs diyar kir ku di avakirina aştiya civakî û azadiyê de rola jinê xwedî girîngiyeke jiyanî ye û wiha axivî: “Bêyî azadiya jinê demokrasiyeke rasteqîn nayê avakirin. Jin bi salan e hem di têkoşîna civakî hem jî siyasî de li pêş e, ji bo wekhevî û azadiyê berdêlên giranbuha didin. Lê belê polîtîkayên şer herî zêde bandorê li jinan dike, xizaniyê kûr dike, keda jinê nayê dîtin û newekheviya zayendî giran dike. Divê pêvajoya aştiyê jî deriyê veguherîneke demokratîk veke ku jin karibin bi mafên wekhev di nava civakê de cih bigirin.”

Ulûs ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk ev daxwaz kirin:

” * Pêwîst e ku avabûneke civakî ya ku hemû cihêkariyên etnîkî, olî, mezhebî an çînî bi dawî bibin û her kes bi nasname, ziman û baweriya xwe heye were avakirin

* Divê nêzîkatiyeke rêveberiya demokratîk a ku tevlîbûna aktîf a gel li mekanîzmayên biryardayînê yên siyasî ewle dike, bi cih were anîn.

* Divê polîtîkayên tayînkirina qeyûm tavilê bi dawî bibin û rê li ber demokrasiya xwecihî bê vekirin.

* Divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê weke mafekî bingehîn bê qebûlkirin.

* Divê azadiya çapemenî, raman û rêxistinbûnê bi temamî azad be û dawî li polîtîkayên zext û sansurê were.

* Ji bo jin di jiyana civakî û siyasî de wekhev û azad beşdar bibin divê sererastkirinên pêwîst ên zagonî û binyadî bên kirin.

Ûlûs herî dawî wiha got: “Ji bo bicihanîna van hemûyan, divê di bin banê Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê de komîsyonek bê avakirin û ji bo avakirina civaka demokratîk, bi taybetî jî mafê hêviyê, sererastkirinên qanûnî yên pêwîst werin kirin. Em wek Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û hemû saziyên demokratîk ên herêmê; em di rêya aştî û demokrasiyê de bi biryar in! Em ê bi hev re pêşerojeke ku gelan bi awayekî azad bijîn, ziman û nasnameyên wan bên naskirin û maf û azadî misoger bibin, ava bikin!”

MAFÊ HÊVIYÊ

Hevseroka Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (ÎHD) Ekîn Yeter bal kişand ser mafê hêviyê û wiha got: “Weke her demê gelê Kurd aştiyeke bi rûmet dixwaze. Em dê çawa bi hev ra bijîn? Bêyî ku em mafê hêviyê bi kar bînin em nikarin vê bikin, dema ku girtiyên nexweş di girtîgehê de ne operasyonên siyasî têne kirin, dema ku girtiyên ku înfazên wan têne şewitandin di girtîgehê de ne, di heman demê de ekolojîk, kuştina jinan tê kirin û dema ku vîna gel bi qeyûman didome. Yanî divê em çi bikin, divê em dawî li vê bînin. Divê ji bo Birêz Ocalan û nûnerên saziyên xwedî îrade derfet bên afirandin. Di vê xalê de herî dawî, di avakirina modernîteya demokratîk de bijî vîna me ya guherîn û veguherînê. Bijî têkoşîna me.”

‘EM Ê BI PRATÎKA XWE PIŞTGIRIYÊ BIDIN’

Ji Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Mehmet Emîn Ay diyar kir ku Abdullah Ocalan hêvî daye gelan. Ay da xuyakirin ku hemû ol aştiyê girîng dibînin û wiha got: “Li welatekî ku aştî lê nebe, wê her şêwe bertîl û nelirêtî hebe. Ev 50 sal in li Tirkiyeyê çi bûye mînaka vê yekê ye. Şer û pevçûn hebûn ji ber ku aştî pêk nehat, mafên mirovan hatin tepisandin, înkar û asîmîlasyon hate jiyîn. Ji bo vê jî daxuyaniya Birêz Ocalan pir girîng e. Weke gelê Kurdistanê em destekê didin vê bangê, em girîng dibînin. Ji bo em vê di pratîkê de bi ser bixin, em ê ne tenê bi fikrên xwe, bi pratîka xwe re jî piştgiriyê bidin. Em bang li hemû baweriyên li Tirkiyeyê dikin ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma; “Biji aştiya bi rûmet” bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çekdarên desthilata Şamê êrîşî nuqteyên kontrolê yên Şêxmeqsûd kirin
Nûçeya Pişt re Bakirhan: Ev banga guhertin û veguhertinê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Adalet Kaya: Em ê hîn bi xurtî bimeşin

Adalet Kaya anî ziman ku Doza Kûmpasê ya Kobanê dozeke tolhildanê ye û got, "Rêya…

Ji aliyê Stêrk TV

Festîvala Biharê ya Zanîngeha Rojava

2’yemîn Festîvala Biharê ya Zanîngeha Rojava destpê kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Pirsgirêka siyasetê li Başurê Kurdistanê

Ev 32 sal in ku li başur, parlemantoya Kurdistanê hatiye damezrandin, tevî çend zehmetiyan jî,…

Ji aliyê Seevan SAEED

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Lêpirsîna ÎBB’ê: Gelek kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 20’Ê GULANA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hate binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî avakirina komîsyona Meclisê ya ‘bi rayeya tam’ pêşniyar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?