În, 31 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şandeya Îmralî û Erdogan wê sibe saet 17.30’an bicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tecrûbeya Kolombiyayê: Aştî, muzakere û bandorên li ser pirsgirêka Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê gavên hiqûqî û siyasî demildest bikevin meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Birêz Abdullah Ocalan û PKK’ê, rol û mîsyona xwe pêk anîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gunduz: Divê dewlet perwerdeya zimanê dayikê mîsoger bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozturk: Desthilatdarî divê êdî gavê biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRD: Em ê pênûs û kamereyên we li erdê nehêlin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Axîn Cûdî û hevrêyên wê li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ: Bûn dengê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şehîd hatin bibîranîn: Li Şengalê jiyan bi saya şehîdan pêkan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Gelê Ereb a Şengalê tundiya li ser jinan şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bêyî ku aşitî hebe dengê hunerê bilind nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TAJÊ pêngava ‘Xwe Nekuje, Her Xwekuştinek Fermanek e’ da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Em ê xeyalên Mamoste Hêvî pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan ji bo azadiya Rêber Apo name ji Konseya Ewropayê re şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hawje Hesen li Îngîlistanê hêjayî xelatê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê jineke Kurd a dayika 2 zarokan qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-F: 8’ê Mijdarê em ê bibin lehiya azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Antoliyayê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Rêya Azadiyê te Dayikên Kurdan- Jinên Kurd Vedibêjin’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Bi hezaran kes daketin qadan û berxwedana QSD’ê silav kirin
Rojava

Bi hezaran kes daketin qadan û berxwedana QSD’ê silav kirin

Li kantonên Cizîr û Firatê bi hezaran kes daketin qadan, êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û QSD silav kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li kantonên Cizîr û Firatê bi hezaran kes li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan û berxwedana QSD’ê silav kirin.

EYN ÎSA

Li bajarê Eyn Îsa, bi sedan şênî û koçberên ji bajarê Girê Spî ya dagirkirî li Çerxerêya Leşkerî li hev civiyan û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derketin meşê.

Di meşê de beşdaran alên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hilgirtin.

Rêvebera Saziya Avê ya Eyn Îsayê Sena El Elî di çalakiyê de axivî û berxwedana şervanên QSD`ê ya li hember dewleta Tirk û çeteyên wê silav kir û êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermazar kirin. Senayê “êrişên hovane yên li ser bendava Tişrînê û karwanên sivîlan” jî şermezar kirin.

Meş bi dirûşmên “Bijî Berxwedana QSD’ê”, “Bi can û xwîn em bi te re ne ey şehîd” bi dawî bû.

TIL HEMÎS

Bi sedan şêniyên bajarê Til Hemîsê û gundên wê tevî endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û rûsipiyên êlên Ereb, derketin meşa ku li pêşiya meclisa bajar dest pê kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, ji rêveberên meclisa bajarê Tel Hemîsê Belqîs El Ebdela axivî û bal kişand ser geşedanên meydanî û siyasî yên li Sûriyeyê û got êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca têkbirina Rêveberiya Xweser pêk tên.

Endama Kongra Star a Til Hemîsê Mawîa El Hedîd jî berxwedana QSD û YPJ’ê silav kir.

Berdevkê êla Tey a Ereb Hiyal El Xawêr, piştgiriya êlê û şêx û rûspiyên eşîran bo QSD`ê anî ziman, her wiha ji bo berxwedana li bendava Tişrînê got: “Em bi dil û can bi we re ne”.

Meş bi dirûşm û bangên ji bo hevgirtin û yekitiyê bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Her wiha pêkhateyên bajarên Girkê Legê û Rimêlanê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û êrişên li dijî sivîlên li bendava Tişrînê û piştgiriya berxwedana QSD`ê û YPJ`ê daketin meydanê.

Girseya gel li navenda Girkê Legê kom bû û alên QSD’ê û pankartên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Na ji dagirkeriya Tirk re” û “Bijî QSD” bilind kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Hiznî Ebûzêd axivî û got: “Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên berxwedêr ên li bendava Tişrînê şermezar dikin.”

Hiznî her wiha got: “Em hemû bi QSD’ê re axa xwe ji dagirkeriya Tirk biparêzin. “

ÇILAXA

Meşa li bajarê Çilaxa li Çerxerêya Jinan dest pê kir û li Qada Şehîd Masûm veguherî mîtîngê.

Endamê Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Çilaxayê Yûnis Hacî axivî û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser bendava Tişrînê û karwanên sivîlan şermezar kirin û got êrişên dewleta Tirk îsbat dikin ku nikare pirsgirêkan bi rêyên aştiyane çareser bike.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Husam Hisên destnîşan kir ku ew piştgiriya QSD`ê dikin û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê bi tundî şermezar kirin.

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê jî meşê ji Qada Azadiyê dest pê kir. Bi sedan şêniyan wêneyên şehîdên bendava Tişrînê û alên QSD`ê hilgirtin.

Girseya gel piştî ku li kolanên sereke yên bajêr geriya, li navenda bajêr kom bû. Ji rêveberên dibistanan Gelşat Mûrad axivî. Mûrad êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bombebarankirina sivîlan şermezar kirin.

Mûrad got: “Ev êriş dê vîna me têk nebin û heta serkeftinê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û li kêleka hêzên xwe QSD’ê bin.”

Hevşaredarê Dêrikê Ciwan Hesen jî axivî û bal kişand ser berxwedana nobedarên li bendava Tişrînê ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên wê nîşaneya serkeftinê bilind dikin.

AMÛDÊ

Meşa bajarê Amûdê jî li Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Cîhad a li navenda bajêr ve çû. Bi sedan şênî, mamoste û xwendekar bi dirûşmên “Em hemû QSD ne”, “Bijî berxwedana Tişrînê” tev li meşê bûn.

Ji rêveberên dibistanan ên bajarê Amûdê Hana Xalid daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca êrişên dewleta Tirk têkbirina aramiya herêmê ye. Her wiha di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê pêk tîne hate şermezarkirin.

Meş bi dirûşma “Em hemû QSD ne” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şehîd li Hesekê hatin veşartin
Nûçeya Pişt re Gelê herêmê ji bo berxwedanê gihiştin Tişrînê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Moskowayê Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hate protestokirin

Li paytexta Rûsya Moskowayê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Hewildanekî yekemîn ji Etiyopyayê: Derhanîna wesayîtên benzînî û mazotê hate qedexekirin

Etiyopya bû welatê yekem ku di cîhanê de derhanîna siwareyên bi motorên termîkî bi tevahî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şengalê Cejna Cimayî hate pîrozkirin

Êzidiyên li çiyayê Şengalê li ber qubaya Hacalî lihev kom bûn, cejna Cimayî bi coşeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Di hilbijartinên Hollandayê de partiya rastgirên tund a Wilders derket pêş

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRD: Em ê pênûs û kamereyên we li erdê nehêlin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê rewşa ewlehiyê nirxand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Axîn Cûdî û hevrêyên wê li Mexmûrê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?