Bi hezaran kes ji şêniyên Kantona Firatê; xwedekar, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser êrîşên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komkujiya duh a li bajarê Sirînê ji aliyê dewleta Tirk dagirker ve pêk hatî ku di encamê de 12 welatî şehîd bûn û 13 welatî jî birîndar bûn, bi meşeke girseyî şermezar kirin.
Meş ji Qada Jina Azad destpê kir. Di meşê de alên YPJ û QSD’ê, wêneyên Şehîdan û yên şehîdên komkujiya duh a li bajarê Sirînê, hatin hildan û bê navber dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî berxwedana QSD û YPJ’ê” û “Berxwedan jiyan e” hatin qîrkirin.
Meş heta Qada şehîd Egîd dewam kir, li wir deqeyek rêz hat girtin. Pişte endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Firatê Bekir Hec Îsa komkujiya ku duh li bajarê Sirînê pêk hatî şermezar kir û wiha got: “Duh li bajarê Sirînê dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer li dijî welatiyan komkujî pêk anî. Em ê jî li bajarê Kobanê her tim bi xwişk-biratiya gelan faşîzm û dagirkeriyê têk bibin. Ji bo ku em dagirkeriyê têk bibin, em ê li ber xwe bidin. Gelo çima civaka nevdewletî li hemberî van êrîşên li dijî welatiyan, xwe bêdeng dikin. Êdî divê dawî li vê bêdengiyê were.”
Welatiyê ji bajarê Sirînê Mihemd Receb Mistefa diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker komkujî li pey komkujiyê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û wiha got, “Em van komkujiyên li ser gelê me pêk tên, bi tundî şermezar dikin. Vaye duh careke din dewleta Tirk a dagirker komkujiyek pêk anî, di encamê de 13 welatî birîndar bûn û 12 jî şehîd bûn. Em van komkijiyên li dijî gelê me tên kirin, şermezar dikin.”
Meş bi berzkirina dirûşma “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.