Li Êlihê bi hezaran kes li dijî tayînkirina qeyûm meşiyan. Girse li xaçerêya basinê li hev civiyan. Hevserok, serok û nûnerên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Sosyalîsta a Bindestan, Partiya Şoreşger, Partiya Herêmên Demokratîk, Partiya Jinûve Rizgarî ya Sosyalîst, Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst, Malên Gel, Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Partiya Mirov û Azadiyê (PIA), Federasyona Elewiyên Bektaşî, Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û sendîkayên girêdayî vê. Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Platforma Azadiya Civakî, Federasyona Meclîsên Sosyalîst, Partiya Kedê (EMEP û HDP jî tevlî çalakiyê bûn.
Girseya ku ber bi Rêxistina DEM Partî ya Êlihê ve dest bi meşê kirin, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.
Ciwanan li dijî polîsên ku bi gaza îsotê û ava şîd êrîş kirin, li ber xwe dan.