14’ê Îlonê kampanyaya “Mafê Diyarkirina Çarenûsê” ji bo Siwêdayê li ser medyaya dîjîtal destpê kiribû. Di 17’ê Îlonê de jî li bajar û bajarokên Siwêdayê jî komkirina îmzeyan ji şêniyan destpê kiribû.
Berpirsên kampanyayê diyar kir ku komkirina îmzeyan bi dawî bûye û destnîşan kir ku zêdetirî sed hezar îmze hatine komkirin. Berpirsên kampanyayê got, dê dest bi merheleya kontrolkirina îmzeyan bikin, piştre dê hejmara zelal a dawîn ragihînin.
Li gorî berpirsan, encamên kampanyayê dê ji saziyên navneteweyî re werin şandin.