Ji bo min bû 8’ê Adarê û beriya 21’ê Adarê ya yekemîn, ku dibe ku careke din heman tehmê nekim. Gelo hesta ku bi şervanên azadiyê li çiyayên azad jiyam, dikare bê vegotin? Gelo ez çi binivîsînim ku wê kêliyê, wan kêliyan bîne ziman? Dibe ku vê kelecana ku min nû firsend dît ku binivîsînim, divê ji dilê xwe biherikînim nava hevokan.
Em bi kelecan in ku gerîla bibînin. Em ê biçûna qada gerîla ku amadekarî dikirin, bi wan re kar bikira û heta 8’ê Adarê bi wan re biman. Li gel hevalê xwe yê kar me plan kir ku dîmenê her kêliya van dilên ji bo azadiyê lê dixe, bikişînin. Çi dibe bila bibe, di kîjan kêliyê de dibe bila bibe me yê berê kameraya xwe bida wan.
Li qada ku em berêvarê gihîştin wir, me berê xwe da cihê gerîla û bi wan re plana xwe ya kar kir. Berbanga sibehê em ê bi wan re tevlî sporê bibûna û li cihê ku amadekariyê dikin bisekiniya. Bi vî rengî me yê dem bidîta ku bi gerîla re hin tiştan parve bikin; şahidiyê ji kelecana wan re bikin. Li gel zor û zehmetiyan hewl didan bi rengê herî baş di 8’ê Adarê de derkevin pêşberî hevrêyên xwe.
Piştî spora ji du saetan liv û tevgera germbûnê dikirin. Me jî carna dîmenê wan dikişand, carna jî em bi wan re tevdigeriyan. Di navberê de agirê gerîla dihate dadan, ji çaydanê reş ê mîna teniyê ku tehma wê cuda bû me çay vedixwar û tevlî sohbetê dibûn. Di van sohbetan de em bê sebir li benda roja moralê bûn. Coşa her gerîlayeke jin li ser rûyê wê dihate dîtin. Ev amadekarî ewqasî girîng û bedew bû ku kişandina dîmen têrê nedikir. Ya rast me gelekî meraq dikir û dixwest, ev pîrozbahî bê lidarxistin.
Beriya 21’ê Adarê min şahidî ji amadekariyên komeke ji gerîla re kir û bi wan re dem derbas kir. Hevdîtina vê carê hinekî cuda bû. Vê carê min hem dîmen kişand, hem jî alîkarî ji amadekariya wan a ji bo pîrozbahiyê re kir. Carna ji bo dagirtina şûna hevaleke kêm min bi wan re dilîst, carna di provoyan de li gorî derfetan min hin tişt ji wan re amade dikir û hewl dida wê valahiyê dagirim.
Di her kêliyê de hevrebûna me min kiribû weke yek ji wan. Di wê demê de ku min bi gerîla re derbas kir, min dît ku kî dibe bila bibe, ji xwe tu yek ji wan e. Bi van gerîlayan re heta roja pîrozbahiyê me her şev agir dada û bi hev re ketin nava coşa hatina Newrozê. Newrozê bi xwe re nûbûnên nû tîne. Ji ber vê yekê nûbûna xwezayê û jidayikbûna mirov wê atmosferê dide. Mirov jî bi xwezayê re nû dibe.
Di vê pêvajoya du amadekariyan de ku bi xwe jî bûm şahid û parçeyek ji wê, tişta herî zêede bandor li min kir ev bû: Di nava van amadekariyan de gelek gerîla ji hin aliyan ve êşiyan, lê belê ti ji wan dest ji ceribandinê, serxistinê û vê têkoşînê bernedan. Hin gerîlayan navbera xwarinê jî nedan û provayên xwe dewam kirin. Ev israr hesteke welê bedew bû. Ji ber ku zanîbûn ku ya dikin xizmetê ji çi re dike. Vê daxwaza gerîla gelekî bandor li min kir.
Belê, heta kêliya dawî, yanî ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê roja pîrozbahiyan; me bi hevalên ku amadekariyên karate û govendê dikirin re kar kir, hem jî şahidî ji bedewiyên gerîla re kir. Bi wan re me jî xwe ji bo bedewiya biharê re amade kir. Ya rast, ev yek pêşwazîkirina biharê bû.
Bi vê wesîleyê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û Cejna Newrozê li şervanên azadiyê hemûyan, li jinan hemûyan û li berxwedêran pîroz dikim.

