Di sala 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê bi desteka dewleta Tirk a dagirker êrîşî Kobanê ya rojavayê Kurdistanê kiribû. Piştî berxwedana dîrokî û bêhempa ya gel û şervanên azadiyê ya li dijî êrîşên giran a 134 rojan Kobanê bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin û navê xwe li dîrokê neqişandin.
Îro jî şervanên QSD’ê li dijî êrîşên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê SMO’yê li ser bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê bi qehremanî ji bo parastina rûmet û hebûna gelê xwe şer dikin. Şêniyên Kobanê yên ku dibêjin wan li ber çeteyên hov ên DAÎŞ’ê li ber xwe dane, îro jî ew ê li dijî her cure êrîşên dewleta Tirk a dagirker û gefên wê bi berxwedana xwe bersiv bidin, bi jiyana xwe ya rojane a asayî û helwesta xwe nîşanî me didin.
Wêneyên ku ketine ber objektîfên ANF’ê rastiya heyî nîşanî me hemûyan dide.