Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo şandeya bijîjkên Başûrê Kurdistanê ku erka xwe ya li Rojava temam kirin û vegeriyan Başûr, merasîmeke lidar xistin û spasiya doxtoran kirin.
Şandeya doxtoran ji 19 kesan pêk dihat 1’ê Sibatê li ser banga seferberiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbûn.
Di vê qonaxê de şandeya doxtoran li Rojava bi taybet dermankirina koçberan de kareke pir baş kir. Doxtorên dema vegerê gotin: “Em ji bo hemû parçeyên Kurdistanê amade ne ku erka xwe pêk bînin. Me xizmetek baş ji bo xwişk û birayên xwe yên li Rojava kir. Her wiha me gelek emelyat jî kir. Dîsa serdana nexweşan kir û dermanên pêwîst ji bo wan dan. Hêviya me ewe ku careke din Rojava nekeve rewşeke wiha. Kengê çi pêwîst kir em amade ne vegerin dîsa. Ev erkekî netewî û mirovî yê me ye li hemberî xelkê me yên Rojava.”
Hêjayî bibîr xistinê ye di 1’ê Sibatê (2026) de 19 bijîjk ji bajarê Silêmanî û Hewlêrê yên Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbûn.

