Komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi awayekî bêserûber û dijwar taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd weke (kolana Zihor li Şêxmeqsûd, herêma Şîhan a li rojavayê taxa Eşrefiyê, Çerxerêya Tirkawî ya taxa Benî Zêd, derdora rêya Kastêlo ya bakurê taxa Şêxmeqsûdê, herêma Şiqeyêf a girêdayî taxa Şêxmeqsûdê, herêma Çerxerêya Lêremonê, Çerxerêya Zeytûnê û xeta Eşrefiyê), topbaran dikin.
Di topbarana berdewam û bêserûber de heta vê kêliyê 3 kes di nav de 2 jin şehîd bûn û 17 kes birîndar bûn.
Navên şehîd û birîndarên hatin wergirtin wiha ne:
Fatme Hemade (41) şehîd bûye.
Navên birîndaran:
Hesen Mihemed (30), Îvan Ebdo (2), Şam Dilo (3), Şerîv Seydo (52), Mihemed Hebîb (82), Mihemed Şêx Hebîb (43), Eslan Bekir (18), Şervan Ebdo Mamo (17), Mihemed Şêx Bilko (70).
Ji ber dijwariya topbaranê tîmên tibî nikarin xwe bigihînin birîndaran.
Heta van kêliyan topbaran û pevçûn dewam dikin.

