Sêşem, 20 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 çiyagerên ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin hîn nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star li dijî cezayê darvekirinê ya li Werîşe Muradî hatî birîn, bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bîlançoya meha Tîrmehê: SÎHA’yek, 2 helîkopter hatin xistin, 56 dagirker hatin cezakirin
Kurdistan

Bîlançoya meha Tîrmehê: SÎHA’yek, 2 helîkopter hatin xistin, 56 dagirker hatin cezakirin

HPG'ê bîlançoya şer a meha Tîrmehê eşkere kir. Hate ragihandin, ku di 205 çalakiyên gerîla yên hewayî û bejahî de SÎHA'yek, 2 helîkopter hatin xistin û yek jê yarbay 56 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Tebax 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi bîranîna fermandara me ya fedaî ya nemir hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) û dilsoziya pê re, dest bi meha Tîrmehê kirin. Di meha Tîrmehê de ku Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hate kirin, li ser xeta hevrê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz israr kirin û berxwedan mezin kirin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê meha Tîrmehê li hemberî her cûre êrişên artêşa Tirk a dagirker ji Bakurê Kurdistanê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê li her derê li ber xwe dan û asteke girîng a berxwedanê afirandin.

56 ÊRIŞÊN BI BOMBEYÊN KÎMYEWÎ, 64 ÊRIŞÊN BI TEQEMENIYÊN QEDEXEKIRÎ, 2 ÊRIŞÊN BI BOMBEYÊN TAKTÎK NUKLEER

Artêşa Tirk a dagirker li gel bombardûman û operasyonên bêhejmar ên li Bakurê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê jî 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer, 56 caran bi çekên kîmyewî û 64 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî bombe kir û careke din sûcên şer kir. Hêzên me li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên  bi teknîka şer a ji hewayî û bejahî, ruhê fedaî yê Apoyî bilind kirin, di taktîkên gerîla, rê û rêbaza tevgerê û çalakiyan de xwe kûr kirin, bi vî rengî bersiv dan û planên dijmin têk birin. Di meha Tîrmehê de endamê Fermandariya Eyaleta Gabarê hevrê Herekol – Taner Ogmen û hevrê Ekîn – Çinar Ahmed ên bi fedakariyeke mezin û ruhê fedaî yê Apoyoî pêşengî ji têkoşîna me ya li Bakurê Kurdistanê re kirin, Fermandara Herêma Katoyê hevrê Benda – Semra Ayverdî, Destîna – Bişeng Dûrmûş û Baran – Seyîtxan Sencer, hevrê Newal – Nûdem Kûrt, Dijwar – Serdar Duşerge û Jiyan – Darşîn Mûsa yên pêşengî ji berxwedana li Metînayê re kirin, hevrêyên me Canfeda – Îdrîs, Çinar, canfeda – Mihemed Ekrem Şêxo û Sîdar – Metîn Dagci yên ruhê berxwedana fedaî ya li Zapê bilind kirin, gihîştin şehadetê. Em hevrêyên xwe yên ku li ser bingeha Xeta 14’ê Tîrmehê bi lehengî têkoşiyan û şehîd bûn bi hurmet û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê şopdarê wan bin û armancên wan teqez bi ser bixînin.

SÎHA’YEK, 2 SKORSKY HATIN XISTIN, YARBAYEK HATE CEZAKIRIN

Di berxwedana meha Tîrmehê de ku bi pêşengiya hevrêyên me yên şehîd hate meşandin, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê performanseke gelekî girîng a şer nîşan dan û ji hewayî û bejahî çalakiyên bi bandor kirin, derbên giran li artêşa dagirker xistin. Hêzên me di nava meha Tîrmehê de SÎHA’yek xistin xwarê, ji aliyê Yekîneyên Şehîd Dogan Zinar û Şehîd Axîn Mûş ve 26 çalakiyên hewayî, her wiha bi gelek taktîkên gerîla 178 çalakiyên bejahî hatin lidarxistin; bi giştî 205 çalakî hatin kirin. Di encama çalakiyên hêzên me de 12’ê Tîrmehê li ezmanê Asosê li SÎHA’yeke AKSÛNGÛR hate xistin û SÎHA li nêzî gundê Pîrzalan ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê kete xwarê. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 2 helîkopterên bi tîpa Skorsky ên artêşa dagirker hate xistin. Di Skorskya ku 10’ê Tîrmehê hate xistin de pîlot û temamiya dagirkerên tê de mirin. Di Skorskya ku 16’ê Tîrmehê hate xistin de pîlot ê serdar Mûstafa Şen û Pîlot ê Tegmen Şamîl Saz jî di nav de 10 dagirker bi giranî birîndar bûn. Artêşa Tİrk a dagirker û medya şerê taybet têkildarî çalakiyên mezin û xurt ên gerîla ku bi belge û dîmenan hate nîşandan, ti daxuyanî nedan. Bi bêdengiyê hewl dan ku windahiyên xwe yên giran û bandora çalakiyên gerîla yên serketî asteng bikin. Lê belê hêzên me çalakiyên xwe yên bi bandor bi rengekî bênavber dewam kirin, li Metînayê bi rêbaza sabotajê çalakî lidar xistin û di encamê de li navenda fermandariya tevgera dagirkeriyê ya li Zazp û Metînayê yarbay ê piyade Abdullah Cem Demîrkan û ustegmen û çawişê pispor ê bi wî re ceza kirin. Artêşa Tirk a dagirker piştî bi rojan di nîvê şevê de bi vê windahiya xwe mikur hat.

Performansa şer û berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi ruhê fedaî yê Apoyî di meha Tîrmehê de pêk anîn, weke xelekeke berxwedanê ya girîng derbasî dîroka me ya têkoşînê bû. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi hesta fedakariyê ya mezin a Hayrî Dûrmûşan ku digot ‘Li ser kevirê gora min binivîsînin ku deyndarê gelê xwe ye’ û bi biryardariya xurt a Kemal Pîran ku digot ‘Em ji jiyanê ewqasî hez dikir ku di oxira wê de dikarin bimirin’ têkoşîna azadiyê bênavber meşandin û nîşan dan ku xwedî li wezîfeyên xwe yên pêşengiyê derdikevin.

AGAHIYÊN BERFIREH ÊN LI SER BÎLANÇOYA ŞER

Agahiyên berfireh ên li ser bîlançoya şer a meha Tîrmehê bi vî rengî ye:

ÊRIŞÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER

Êrişên bi balafirên şer: 345
Êrişên bi helîkopteran: 52
Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer: 2
Êrişên bi teqemeniyên qedexekirî: 64
Êrişên bi droneyên bombebarkirî: 1
Êrişên bi çekên kîmyewî: 56

HEVRÊYÊN ME YÊN ŞEHÎD BÛN

Hevrêyên me yên şehîd bûn: 11

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Çalakiyên gerîla yên hewayî: 27
Çalakiyên gerîlayê yên bejahî: 178
Temamiya çalakiyên gerîla: 205

KUŞTIYÊN DIJMIN

Hejmara dagirkerên hatin cezakirin: 56
Dagirkerên bi paye yên hatin cezakirin: 2
Dagirkerên birîndar bûn: 46

AMÛRÊN LEŞKERÎ YÊN HATIN ÎMHAKIRIN

SÎHA AKSÛNGÛR: 1
Helîkopterên Skorsky: 2
Wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî: 6
Wesayitên leşkerî yên zirxî: 1
Vînç: 2
Qemyon: 2
Cebilxane û teqemenî: 2
Droneyên bombebarkirî: 6
Konteynir: 1
Kamerayên mobesse: 15
Çeper: 12
Kon: 7
Bombeavêj: 1
Projektor: 1

AMÛRÊN LEŞKERÎ YÊN DERB LI WAN HATE XISTIN

Helîkoptera Skorsky: 1
Wesayita zirxî ya leşkerî: 1
Kepçe: 2
Konteynir: 1
Çeper: 15

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG’ê nasnameya şehîdekê eşkere kir
Nûçeya Pişt re Gelek welatan bang li welatiyên xwe kirin ku Lubnanê tavilê biterikînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 3’Ê ADAR 2024’AN

Sernavên serke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ferhat Onkol ê hat sirgûnkirin xistin hucreyê

Girtiyê bi navê Ferhat Onkol ê ku ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Aştiyê serdana Partiya DEVA’yê kirin

Şandeya Meclisa Dayikên Aştiyê serdana Partiya DEVA'yê kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 çiyagerên ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin hîn nayê zanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?