Di her neqşên xalîçeyên Wan û Colemêrgê de çîrokek heye û xwedî belgeyeke dîrokî ye. Xalîçeyên Wan û Colemêrgê ku xwedî dîrokeke bi hezaran salan e û çand û bîra Kurdan vedihewîne, ji ber şer û krîza aboriyê ya li Kurdistanê, her wiha polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk hatine qonaxa tinebûnê. Demekê berê li her malê, atolyeya xalîçeyê hebû. Lê îro ev xalîçe tenê li çend cihên kar tên firotin û êdî nayên hilberandin.
Her çendî her xalîçeyek navê xwe yên taybet hebin jî, xwedî çîrokên cuda ne. Mînak weke Canbezar, Luleper, Gulsarya, Şehvanî, Gulgever, Nehrek, Halît Beg, Sîne, Keskener, Çil gul, Gulçîn, Gulhazar, Gulşivan, Herkî, Hevçeker, Şamarî û Şimkubik… Her wiha wêneyên li ser xalîçeyan, êş û kêfxweşiyên hatine jiyîn, bi sewal û nebatên taybet ên herêmê tên neqişandin. Taybetmendiyeke din a ku qîmetê dide xalîçeyan jî, boyaxên ji nebatên ku tenê li çiyayên Kurdistanê tên peydakirin e.
Ji ber ku gelek ji van modelên xalîçeyê ku xwedî dîrokeke bi hezaran salan e, ji holê radibin, êdî kes xalîçeyan hilnaberîne. Her çendî xalîçeyên Wan û Colemêrgê çand û hunera gelê Kurd di nava xwe de vedişêrin jî, di heman demê de ew bîranîn û dîroka gelê Kurd in. Polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk û desthilatdariya AKP’ê, krîza aboriyê, zext û şerê li herêmê, dibin sedemên herî mezin ên windakirina vê çandê.
Xalîçeyên Wan û Colemêrgê berê hem li Colemêrgê hem jî li Wanê li sedan atolyeyan dihatin hilberandin. Her wiha li van bajaran bi sedan karsaz hebûn, bi hezaran mirov di vê sektorê de debara xwe dikirin. Lê îro li Colemêrgê ne atolyeyên xalîçeyan hene û ne jî dikanên xalîçeyan difroşin hene. Li Wanê jî tenê çend kargeh û atolye hene. Kargehên ku xalîçeyan difiroşin û hildiberînin jî ji ber krîza aboriyê hatine qonaxa girtinê. Yek ji van xwediyên karsazan Kazim Bor e ku li navenda Wanê xwediyê dikana xalîçeyan e.
XALÎÇE ÇANDA GELÊ KURD E
Kazim Bor, anî ziman ku xalîçeyên Colemêrgê û Wanê xwedî taybetmendiyên xweser ên herêmê ne û got ku ev xalîçe tev bi keda destan û boyaxên xwezayî tên çêkirin. Bor, da zanîn ku xalîçeyên li kargeha wî tên firotin tev bi kedek mezin a jinan hatiye amade kirin û wiha domand, “Em bi xwe çêdikin. Dezgehên me hene. Hemû bi destan hatine çêkirin. Yek ji wan jî bi makînê nehatiye çêkirin. Ev xalîçe xwedî dîrokek sedsal in. Her wiha xalîçeyên ku ji pembû û hirî yê di nava hev de hatine çêkirin jî hene. Xalîçe çanda gelê Kurd e. Ev kevneşopiyek e ku em ji mezinên xwe hîn bûne. Ev xelîçeyên li vir hemû jî li malan bi destan hatine amadekirin. Ji ber kevneşopiya berê, li hin malan tezgeh hene û gelek kêm ji wan xalîçe çêdikin. Lê êdî çêkirina xalîçeyan ji ber tişt biha bûne zehmet bûye. Ji ber şert û mercên aboriyê çêkrina xalîçeyan ber bi tinebûnê ve diçe. Beriya erdheja li Wanê 40 dezgehên min hebûn. Lê niha yek tenê maye. Ji ber debar nabe kes êdî çênake.
Her xalîçeyek navek wê ya cuda heye û ev xalîçeyên Kurdan li cîhanê navdar in. Eger piştgirî bê dayîn, ev çand wê careke din zindî bibe. Eger mirov li dîrokê binêre, xalîçeyên me xalîçeyên sedsalî ne ku ji bav û kalên me mîrate mane. Berê li Wanê nêzî 300 dikan hebûn lê niha tenê 2-3 dikanên xalîçeyan mane.”