Çarşem, 2 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din li Gemlîkê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Birêxistinkirina Hîzbûlkontra (Huda-Par)
Rojane

Birêxistinkirina Hîzbûlkontra (Huda-Par)

Gelê Kurd, hêj ji destpêkê fam kir ku “Hîzbûllah” amûra dewletê ye û ew wekî Hîzbûlşeytan, Hîzbûlwehşet û Hîzbûlkontra bi nav kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Eger em ji çavê gel lê binêrin, têkiliya di navbera dewlet û Hîzbûlkontrayê de, bê şik û guman eşkere ye. Di nîva duyemîn a salên 80’an de ji bo Hîzbûllahê du pênase têne kirin; Humeynî-parêz û sofîlok (Sextekarê ku xwe bi misilmaniyê nixumandî). Dema ku Hîzbûlkontra ji salên 1991’ê ve dest bi şîdetê dike sê termên nû derdikevin holê; Hîzbûlşeytan, Hîzbûlkontra û Hîzbûlwehşet. Ev sê term tên wateya piştgiriya dewletê ya ji bo wan kuştinan ku kujerên wan nehatin cezakirin.

Ji aliyê Serdozgeriya Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Diyarbekirê ve di sala 2000’î de îdîanameyek hat amadekirin ku digot “Hîzbûllah, li Herêma Başûr-Rojhilatê Anatolyayê di serdema PKK lê xurt de li dijî çalakiyên terorî û şîdetê wekî bertekekê derketiye holê.” Serfermandarê Giştî yê Cendirmeyê yê berê Teoman Koman, di wê serdemê de ku êrîşên Hîzbûllahê di asta herî zêde de bûn wiha bersiva rojnamegeran da: “Kîjan Hîzbûllah? Yek Hîzbûllaha li Îranê heye yek jî ew hemwelatiyên xwedî bawerîyeke dînî ya xurt in ku li dijî zextên PKK’ê xwe diparêzin.”

Rojnameger Serhat Alaattinoglu dibêje ku Wezîrê Karên Navendî yê wê Serdemê Îsmet Sezgîn bersiva pirsa rojnamegerekî ku dipirse “Gelo der barê Huseyîn Velîoglu de lêgerînek heye?” wiha dide “Ne tu bipirse ne jî min tiştekî wiha seh kiribe.” Serokê Koma Îstîxbara Cendermeyê yê berê Arîf Doğan, di sala 2011’ê de di hevpeyvîna ku li gel Mehmet Alî Bîrand dike de bi gotina xwe ya “Di şerê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd de ji bo em bigihêjin serkeftinê min ‘hîzbûlkontra’ ava kir” destnîşan kir ku Hîzbûlkontra esas bi destê kê û bi çi mebestê hatiye avakirin.

AVANIYA HIYERARŞÎK

Şef ango bi gotina wan bi xwe ‘rêberê’ Hîzbûlkontraya li jêr-yekîneyên dewletê her tiştî diyar dike. Piştî wî Şûra (Desteya Birêvebirinê) tê. Endamên Şûrayê wekî agahdarî, civakî, leşkerî û îstîxbarî ji berpirsiyarên çar şaxên sereke pêk tên. Piştî kuştina Velîoglu, Edîp Gumuşê ku tevî ku kujerê bi sedan kesan bû û cezayê muebbetê lê hatibû birîn, ji aliyê dewleta Tirk ve hate berdan û wekî serfermandar an jî rêber hat îlankirin. Hema hema hemû endamên Şûrayê, îro di serî de Huda-Par, li partî û komaleyên wekî Yekitiya Zanyaran (Îttîhadul Ulema) û Karwana Hêviyan wekî rêveber kar dikin.

DEMA DEWLETÊ FIKIRÎ KU DAWÎ LI PKK’Ê  ANIYE

Piştî sala 1999’an ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama Komployeke Navnetewî de radestî Tirkiyeyê hat kirin, dewleta Tirk ku digot ew ê Tevgera Azadiya Kurdistanê belav bibe, wisa fikirî ku edî wê pêdiviya wê bi Hîzbûlkontrayê çênebe û dê nikare zêdetir wê kontirol bike li ser “operasyonek” kir. Bi vê yekê pêvajoyeke ku kadroya pêşengên Hîzbûlkontrayê hatin girtin û çalakiyên wên hatin sînordakirin rû da. Huseyîn Velîoglu, di 17’ê Çileya 2000’an de li vîllayeke Beykozê ” bi mirî hat dîtin”. Îdîayeke din jî ew e ku Velîoglu ji aliyê Edîp Gumuş, Îsa Atasoy, Haci Bayancûk û Cemal Tutar ve ku van kesan di nav Hîzbûlkontrayê de bi dewletê re li ser konsepteke nû li hev kirine, hat kuştin û wekî ku ji aliyê dewletê ve hatiye kuştin hat nîşandan. Ji ber ku di operasyona li ser vîllaya li Beykozê hat kirin, bi sedan gule li laşê Velîoglu ketibûn lê tenê guleyek jî li yên din neketibû. Qismek ji endamên malbatê dibêjin û bawer dikin ku Velîoglu ji aliyê kadroya sereke ya Hîzbûlkontrayê ve di encama lihevkirina wan a bi dewletê re hat kuştin.

ÇAR SALAN XUYA NEKIRIN

Piştî kuştina Huseyîn Velîoglu, li çar aliyan endamên Hîzbûlkontrayê û bi hezaran kes bi hinceta ku alîkarî dane hatin girtin. Qismek ji van bi cezayên giran hatin cezakirin. Di nav çarçoveya lixwemikurhatinên îtîrafkaran de bi hezaran cihî xaniyên gor hatin peydakirin. Cenazeyê bi hezaran Kurdên ku li binê xaniyan û li kolonan bi betonê hatî veşartin hatin dîtin. Wehşeta dermirovî ku ji aliyê Hîzbûlkontrayê ve hatî kirin bi hemû aliyên xwe ve derket holê. Bi vî awayî serdema “xwe-veşartinê” dest pê kir. Kontrayên ku nehatin girtin an jî “nexwestin wan bigirin” an reviyan derveyî welatî an jî bi awayekî ecêb xwe li Tirkiyeyê veşartin. Heta sala 2004’an tiştek nehat bihîstin. Tenê “xaniyên gor” ku car caran dihatin peydakirin, darizandinên wan û der barê van de çend kiryarên rojnamegeriyê hatin rojevê.

WEHŞETA LI MAL Û DI VÎDEOYAN DE

Parêzer Yaşar Alturkê ku ev doz dişopandin wehşeta Hîzbûlkontrayê bi van gotinan tîne ziman: “Me vîdeoyên kuştinê yên Hîzbûllahê di dadgehan de dîtin. Heta kesên ku pirsyar dikirin jî dixistin vîdeoyê. Me jî li salonên dadgehê temaşe kirin. Tirsnak bû. Dadger jî di nav de, dema me ev dîmen temaşe dikirin me car caran rûyê xwe jê dizivirand, car caran jî ez derdiketim derve.”

Piştî operasyona li Beykozê du rojan, bi rêya xwemikurhatina Edîp Gumuş, li kolana Hasîp Paşa operasyonek li ser 26 nimareyê hat kirin û komelgoreke ku heta niha mînakeke wê nehatî dîtin derket holê. Di encama lêkolînên li ser cinazeyan hatî kirin û belgeyên destkeftî de hat destnîşankirin ku endamên Hîzbûlkontrayê kesên ku revandine destpêkê ji rapirsîneke êşkenceyî derbas kirine. Dev û lêvên wan hatine bantkirin, dest û piyên wan hatine girêdan, qirika wan bi benan hatine girêdan (rêbaza girêya berazan), bi têlên hêsin bi hevdu re hatine girêdan û hatine kilîdkirin, bi saxî hatine binaxkirin û ev wehşet bi vîdeoyan hatine qeydkirin.

Li Stenbolê duyemîn xaniyê gorî di 28’ê Çileyaa 2000’î de li Kartalê derket holê. Di lêgerîna vîllaya bi nimareya 12 de ku li Kolana Gorkemliyê ya Cadeya Samanyoluyê ya li Taxa Çavuşogluyê ya li Kartalê 9 cenaze hatin dîtin. Piştî vê, di 30’ê Çileyê 2000’î de li Amedê li semta Melîkahmetê li Taxa Savaşê li ser kolana Kuçukkavasê, di du malên li kêleka hev de 6 cenaze hatin derxistin. Derket holê ku du cenaze aîdî Ayetullah Dalginê 17 salî û Ali Çelîkê 19 salî ne ku ji bo xudankirina çûkan hatine xanî û ji 21’ê Çileyê ve winda ne.

Di operasyonan de ku li dor çarçoveya lixwemikurhatinên pêşeng û kujerên Hîzbûlkontrayê de hatin kirin, di serî de li Stenbol, Edene, Konya, Enqere, Amed, Êlih, Şirnex û Mêrdînê li her aliyî bi dehan xaniyên gor hatin dîtin. Di binkolkirina van xaniyan de cenazeyê bi sedan Kurdên welatparêz, kesên alim, çepgir û demokrat hatin derxistin. Bi taybetî li Êlihê hat destnîşankirin ku kujer û pêşengên Hîzbûlkonrayê di wan xaniyan de ku gelek kes bi betonan di temel û kolonan da veşartibûn bi malbatên xwe re jiyane. Kesên ku di baxçe, temel û kolonên xaniyên xwe de bi cenazeyan re jiyane, niha li bajarên Kurdistanê bi serbestî digerin û di nav Huda-Parê de çalakiyên xwe didomînin.

NEKARÎN XWE LI BER KASETAN BIGIRIN

Wezîrê Karên Navxweyî Sadettin Tantan, di axaftina xwe ya bidîmen de ku bi armanca agahdarkirina hevparên koalîsyonê kir, kesên ku Hîzbûlkontra xudan û mezin kirin xiste rewşeke zehmet. Hat îdîakirin ku li Avahiya Serokweziriyê, Cîgirên Serokwezîrî yên wê serdemê Devlet Bahçelî, Husamettîn Ozkan û Serokê ANAP’ê Mesut Yilmazî tenê karîne deh deqîqeyan li sê kasetên pirsyariyê yên ji sedan kasedên Hîzbûlkontrayê yên ku dîmenên xeniqandina bi têlê, serjêkirin û êşkenceya bi kêrê nîşan didin temaşe bikin.

Wê dewam bike…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Heta nefesa xwe ya dawî bû dilsozê nirxên azadiyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

TCŞ’ê şehîdê xwe Azad Ferhan Mihemed bi bîr anî

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) endamê xwe Azad Ferhan Mihemed ku di êrişa dewleta Tirk a…

Ji aliyê Stêrk TV

Xizmên windayan di hefteya 800’emîn de hatin ba hev

Xizmên windayan li Amedê di hefteya 800’emîn a çalakiya xwe de hatin ba hev û…

Ji aliyê Stêrk TV

Karox Omer: Kurd li ku derê bin, dibin armanca dijmin

Rojnamevan û çavdêrê siyasî Karox Omer der barê qetilkirina du jinên rojnamevan û êriş û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump, bi qutkirina alîkariyan dibe ku bibe sedema mirina 14 mîlyon mirov!

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji Kolombiyayê heta Fransa ji bo Rêber Apo çalakiyên azadiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?