Kendekol devereke ser bi Hewlêrê ye, dikeve sêgoşeya sînorê Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê. Roja 15’yê Tebaxa 2000’ê di saet 16:30’an de artêşa Tirk devera Kendekolê ku 70 malbatên ji eşîra Herkiyan karê koçeriyê lê dikirin, bombebaran kir.
Balefirên Tirk cihên ku konên welatiyan lêbûn bi dijwarî bombebaran kirin. Şahidên bûyerê diyar dikin, di êrişê de 35 welatiyan jiyana xwe ji dest dan ji wana 11 zarok û 13 jin bûn. Her wiha zêdetirî 25 kes jî birîndar bibûn.
Welatiyan di dema bombebaranê de ji bo rizgar bibin her yek bi cihek ve reviyan. Lê her yek ji wan li cihek hatin qetilkirin. Li gorî gotina şahidan, 15 roj piştî êrişê cenazeyê hinek kesan nû hatin dîtin.
Piştî bombebaranê birîndar rakirin nexweşxaneyên Sîdekan û Hewlêrê, hinek ji wan jî li nexweşxaneyan de jiyana xwe ji dest dan. Lê navên van nehatin tomar kirin. Hinek çavkanî diyar dikin di encama êrişê de bi giştî 40 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.
Di nava kesên jiyana xwe ji dest dan de, jinek hebû ku ew saetek bû ji beriya bombebaranê zaroka wê ji dayîk bûbû. Her wiha keçikek biçûk a temen 4 salî ya bi navê Bêrîtan jî di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da. Ji beriya komkujiyê rojnamevanek diçe herêmê û wêneyekî Bêrîtanê digre. Piştî komkujiyê jî ew wêneyê Bêrîtan mezin dike û gelek malan ew wêne li malên xwe de hilawistin.
Nasnameya hinek ji wan kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane wihane;
Elî Uzeyir (35), Fatma Nebî (25), Bêrîtan Elî (4), Berhem Ehmed (18), Gelawêj Simalî (18), Ferzane Kakir (1), Xelat Qadir (18), Bayiz Îbrahîm (70), Besê Brahîm (64), Sonya Mihê (35), Fama Sewdîn (18), Peyman Qadir (17), Rêçan Qadir (12), Fatma Hesen Esen (60) Hediye Mela Hesen (45) Necat Main (10), Xetîce Main(11), Bextiyar Hecac (16), Faxir Baqî Elî (40) Surmê Esmer (30) Şehnaz Faxir (15), Dilnaz Faxir (10), Kusret Faxir (5), Zuhre Seîd Şêxo (70), Semîr Mihê (25), Raîd Qadir (15)û Fatma Rehman (30).
Tevî ku 25 sal bi ser vê komkujiyê re derbasbûne jî lê heta niha ne hikûmeta Iraqê ne jî hikûmeta Herêma Kurdistanê tu karek li ser vî tawanê dewleta Tirk nekirine. Ji piştî wê komkujiyê ve jî heta niha dewleta Tirk gelek komkujiyên din li Başûrê Kurdistanê pêk aniye.