Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, derbarê gilîkirina li ser firotina tîşortên bi nivîsa “Torosê Spî û “JÎTEM” de, biryara ne hewceye ye ku lêpirsîn bê kirin da. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi hinceta ku berhemên navborî sûcên “pesinandina sûc û sûcdar (TCK 215)” û “proveqekirina gel bo kîn û dijminatiyê (TCK 216)” pêk tînin, serî li dozgeriyê dabû.
Di biryara dozgeriyê de, derbarê xala 215an a Zagona Cezayê ya Tirk (TCK) de, hate diyarkirin ku “hukmekî (cezakirina) teqez li holê nîn e” û ji ber vê yekê hêmanên sûcê pêk nehatine, lê derbarê xala 216a’n de jî bi hinceta “azadiya derbirînê” biryar da ku pêwîstî bi lêpirsînê tune ye.
Dozgeriyê, di biryara xwe de destnîşanî bi pêşdaraziyên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kir û diyar kir ku “divê ramanên acizker û heta şokker jî di çarçoveya azadiya derbirînê de bên nirxandin.” Bi van hincetan, biryar da ku tîşortên ku ji bo firotanê hatine pêşkêşkirin, “ji bo asayîşa giştî xetereyek eşkere û nêzîk çênakin û gel provekeyî kîn an jî dijminatiyê nakin.”
‘BEYAZ TOROS SEMBOLA ÎHLALÊN GIRAN ÊN MAFÊN MIROVAN E’
ÎHD, derbarê biryara dozgeriyê de di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: “Wekî ku hemû raya giştî pê dizane, bi taybetî kuştinên kiryar-nediyar û windakirinên di bin çavan de yên ku di salên 1990î de qewimîn, di dîroka nêzîk a Tirkiyeyê de şopên kûr hiştin. Toros bûye sembola îhlalên giran ên mafên mirovan ku ji aliyê xebatkarên dewletê ve hatine kirin. Di van demên dawî de, tîşortên bi nivîsa “Torosê Spî û ‘JÎTEM’ ku ev sembol li ser wan e, wekî berhemên bazirganî hatine hilberandin û bi ser înternetê ve ji bo firotanê hatine pêşkêşkirin, ev yek alîgirên mafên mirovan gelekî nerehet kir.”
‘BI BIRYARA BETALKIRINA DOZÊ BI DAWÎ BÛ’
ÎHD di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku piştî vê pêşketinê, li dozgeriyê gilînameya sûc hatiye kirin û got: “Ji ber vê yekê, me li dijî fîrmayên ku van berheman difiroşin, bi hinceta binpêkirina eşkere ya sûcên ‘pesinandina sûc û sûcdar’ (TCK 215) û ‘proveqekirina gel ji bo kîn û dijminatiyê’ (TCK 216) gilî kir. Piştî gilîkirina me, di demek pir kin de Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê biryara ‘hewcetî bi lêpirsînê nîn e’ da. Dozgerî, derbarê xala 215’an a TCK de xwe spartiye hinceta ‘hukmekî teqez li holê nîn e’. Ev nêzîkatî, tê wateya paşguhkirina îhlalên giran ên mafên mirovan ên ku torosên spî temsîl dike.”
‘HINCETA AZADIYA DERBIRÎNÊ, ÎRONÎK E’
Di berdewamiya daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku dozgeriyê derbarê xala 216’an a TCK de îşaret bi hinceta “azadiya derbirînê” kiriye û biryarên DMME’yê derxistiye pêş. Di berdewamiya daxuyaniyê de ev gotin hatin bikaranîn: “Dozgeriyê diyar kiriye ku, wekî di gelek biryarên DMME de hatiye gotin, divê ramanên acizker û heta şokker jî di çarçoveya azadiya derbirînê de bên nirxandin. Li vir rewşeke pir îronîk derdikeve holê. Dema ku li welatê me bi sedan mirov ji ber ramanên xwe yên aştiyane azadiya derbirîna wan tê binpêkirin, wêneyek ku sembola sûcekî ye, di çarçoveya ‘azadiya ramanê’ de hatiye nirxandin. Ev biryar, mînakeke nû ya polîtîkaya bêcezatiyê ye. Wekî alîgirên mafên mirovan, em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku em ê hemî rêyên hiqûqî yên navxweyî heta dawiyê bikar bînin; heke di hiqûqa navxweyî de dadwerî pêk neyê, em ê serî li mekanîzmayên hiqûqa navneteweyî bidin.”

