Operatora telefonê ya navneteweyî TollFree Forwarding, prototîpê mirov ê ji ber tekonolojiyê bişibe çi, çêkir.
Tu dikarî bi maîla xwe bibî abone, em ê ji te re nûçeyên lêzgin bişînin.
Gelê Başûrê Kurdistanê serê sibehê ji bo piştgiriya bi seferberiya li Rojava bi rê ket.
Tevgera Nifşê Nû êrişên çeteyan ên li ser Rojava şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bide gelê Kurd.
Welatiyên ku li ber Balyozxaneya Bilind a Emerîkayê ya li Hewlêrê kom bûn, Desteya Piştgiriya Rojava îlan kirin.
Li navçeya Teqteq a Hewlêrê li dijî êrişên li ser Rojava çalakî hate lidarxistin û bang li gelê Başûr hate kirin ku tevlî seferberiyê bibe.
Endamên Kongra Star ên li bajarê Amûdê, Tirbespiyê û Çilaxayê yên Kantona Cizîrê ragihandin ku ew tevlî seferberiyê bûne û wê herêmên xwe bi hêzên xwe biparêzin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hesekê daxuyaniyek da û ji bo xwedîderketina li berxwedana Rojava bang kir.
Hêzên QSD'ê li gundê Xemla yê Hesekê li dijî çeteyên li hev kom bûbûn çalakiyek kirin. Di encamê de 5 droneyên çeteyan ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatin xistin.
Şervanên QSD/YPJ'ê gundê Til Barût ji çeteyan paqij kirin ku ji aliyê çeteyên HTŞ-DAÎŞ'ê yên bi palpiştiya dewleta Tirk ve hatibû dagirkirin.
Cenazeyên şervanên QSD'ê Mordem û Mazlûm bi merasîmekê hate veşartin. Di merasîmê de biryardariya têkoşînê hate destnîşankirin.
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li dijî êrişên li ser Rojava banga yekîtiya neteweyî kir û destnîşan kir ku jin wê ti carî serî li ber çeteyan netewînin.
Gelê Bakurê Kurdistanê ku li dijî êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ'ê yên bi palpiştiya dewleta Tirk bersiv da banga seferberiyê, sînorê Nisêbînê ji holê rakir.
Girseya gel a li nvaçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiya, benda polîsan rakir û derbasî aliyê Rojava bû.
Eniya Helwest bang li hemû partî û fraksiyonên siyasî yên li Herêma Kurdistanê kir ku sibe saet di 11:00 de li Parlamenta Herêma Kurdistanê bicivin.
Li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi deh hezaran kes li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan.
Ciwanên Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku ew jî beşdarî seferberiya giştî dibin û berê xwe dan ser sînorê di navbera Şengal û Rojava de.

Têkevin hesabê xwe