Rêber Apo dema ku hewl da Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê mezin bike ji paytexta Tirkiyeyê heta bi gund û bajarên Kurdistanê li gelek deveran geriya. Yek ji deverên ku ew lê geriya bajarê Kobanê bû. Ev bajarê ku xwedî mîrateya têkoşînê ya Rêbertî ye li cîhanê bû nîşaneya berxwedanê.
Bêguman bandora Rêber Apo ya li ser mirovan gelekî zêde ye. Malbata Mûsa jî yek ji malbatên welatparêz ên Kobanê ye ku ji Rêbertî û berxwedana wî bi bandor bû. Gerîla Jiyan Rêdûr (Darşîn Mûsa) weke ferdek ji malbata Mûsa ya welatparêz li Şamê ji dayik bû. Darşîn Mûsa ku neçar ma zarokatiya xwe dûrî Kurdistanê derbas bike, li gel vê yekê jî çand û zimanê xwe parast. Darşîn Mûsa hîn di zarokatiyê de têkoşîna azadiyê ya PKK’ê bihîst, bi taybetî heyranê gerîla bû. Di dema ciwantiya xwe de, piştî ku kekê wê Delîl Mûsa (Rêdûr) tevlî nava refên gerîla bû, kete nava lêgerînên têkoşînê. Kekê Darşîn Mûsa gerîla Rêdûr sala 2015’an şehîd bû û vê yekê gelekî bandor lê kir. Darşîn Mûsa sala 2017’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Darşîn Mûsa li çiyayên Kurdistanê, li nava refên gerîla navê xwe kir Jiyan Rêdûr. Di pêvajoya perwerdeyê de bi giranî li ser dîroka Kurdistanê, dîroka PKK’ê û dîroka jinê xwe kûr kir. Di vê demê de gelek bûyeran bandor lê kir, bû xwedî tecrûbe. Bi perwerdeyê di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û çiyê bû. Hevala Jiyan ji hevrêtiya ku xwe dispêre rastî, durustî, jidilbûyîn, wekhevî û azadiyê gelekî bi bandor bû. Perwerdeya xwe ya bingehîn li herêma Garê qedand û li heman herêmê dest bi kar kir. Bi daxwaz û meraqa xwe ya li ser jiyana şoreşgerî di demeke kurt de xwe bi pêş ve bir û bû şervaneke welê ku ji xwe bawer kir, her wezîfeyê bi tena serê xwe dikare pêk bîne. Gerîla Jiyan li Akademiya Şehîd Rojîn Gewda bi perwerdeyê ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe bi pêş ve bir û di felsefeya Rêber Apo de xwe hîn bêhtir kûr kir.
JI TÊKOŞÎNA ŞEHÎD RÊBER Û HÊJAR A LI SER XETA FEDAÎTIYÊ BI BANDOR BÛ
Jiyan Rêdûr li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a mêtinger, di taktîkên gerîla yên dema nû de xwe bi pêş ve bir, weke Gerîlaya Modernîteya Demokratîk ji aliyê îdeolojîk ve xwe xurt kir. Gerîla Jiyan hewl da pîvanên azadiyê yên ku bi keda Rêbertî hatin afirandin di kesayetiya xwe de temsîl bike û pêşniyar kir ku derbasî wan herêman bibe ku di bin êrişên giran ên dewleta Tirk a dagirker de bûn. Li ser vê bingehê derbasî herêma Metînayê bû. Gerîla Jiyan tevlî berxwedana dîrokî ya li Metînayê bû, li herêma Zendûrayê li gel fermandarên pêşeng şehîd Rêber û şehîd Hêjar li dijî dijmin bi rengekî fedaî têkoşiya û bû hevrêya wan. Ji têkoşîna hevrêyên leheng şehîd Rêber û şehîd Hêjar gelekî bi bandor bû.
Gerîla Jiyan weke gerîlayeke YJA Starê ji bo bibe xwedî berxwedaneke ku li ruhê têkneçûyî yê demê tê, ked da û li gel hevrêyên xwe li dijî êrişên dijmin bi wêrekî û biryardarî şer kir. Tevlî gelek çalakiyên bi bandor ên li dijî dijmin bû û derbên giran li dagirkeran xist. Di her fîşekê de kêfxweş bû ku tola şehîd Rêdûr û bi sedan hevrêyên xwe hiltanî. Lewma tiliya wê timî li ser tetîkê bû, berê wê jî timî li hedefê bû.
Gerîla Jiyan li gelek qadên Metînayê karê pratîkî kir. Herî dawî li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bû yek ji wan gerîlayan ku bersiva destpêkê dan êrîşa dagirkeriyê.
Di 30’ê Hezîrana 2024’an de, di salvegera şehadeta yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) de Jiyan Rêdûr di êrişa dewleta Tirk de li gel hevrêyên xwe Dijwar Keleş û Nêwal Mêrdîn tevlî karwanê şehîdan bû. jİ bo tola kekê xwe yê şehîd Rêdûr Kobanê hilîne beşdarî nava meşa azadiyê bûbû. Jiyan Rêdûr di vê meşê de gelekî tevkarî li hevrêyên xwe kir.