Yekşem, 13 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şewata Mezin a Îzmîrê di sala 104’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Molina: Qanûn destpêk e, divê meseleza statuya Ocalan bê çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklerasyona ‘1001 Îmze ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê’ hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Kenan Bîlgîn hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zexta li ser girtiyên jin û cezayên wan giran dibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê bi hezaran kes li dijî provokasyonên li Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranînên li Şirnexê: Em ê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo zimanê dayikê bang li gelê Kurd kir: Piştgiriyê bidin têkoşîna Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li pey şopa şehîdên xwe bimeşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeyên Amedê bîranînên girseyî: Şehîd namirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zextên Îranê didomin: Cezayê heps û sirgûnê li jinan hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
Rojane

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Rêya rast a ku dê çareseriyê bi xwe re bîne û îradeya demokasî û aştiyê zindî bike, rakirina pergala Îmraliyê û bi azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêkan e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo daxuyaniyeke nivîskî weşand.  

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku salvegera komployê ye û komplo ne tenê li dijî gelê Kurd, di heman demê de pêkvejiyana wekhev û azad a gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî derb kir. Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Îro salvegera komploya navneteweyî ya li dijî birêz Abdullah Ocalan e. Ev komploya navneteweyî ne tenê li dijî Kurd, di heman demê de pêkvejiyana wekhev û azad a gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî derb kir. Bi komploya navneteweyî re birêz Ocalan hate revandin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Pergala tecrîdê ya Îmraliyê ya 26 sal in li birêz Ocalan tê ferzkirin, bêguman bû domandina komployê.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Pergala tecrîdê ya Îmraliyê rejîmeke êşkenceyê ya giran e ku hiqûqa navxweyî û ya navneteweyî lê nayê cîbicîkirin, qanûn, destûra bingehîn, peyman û hemû maf lê hatine binpêkirin û rejîmeke dermirovî ye ku berjewendiyên navneteweyî rêveberiya wê diyar dike. Ev rejîma awarte ku li Girava Îmraliyê di meriyetê de ye û rasterast girêdayî van têkiliyan e; di nava demê de ji demokratîkbûna welêt heta aborî û siyaseta derve, di tevahiya rêveberiya welat de diyarker bû û hêj bandorê lê dike.

Qedexe û astengkirinên li Îmraliyê bênavber û bi awayekî fiîlî di meriyetê de; di nava demê de veguherîn yasayan û bandor li tevahiya girtîgehên din jî kir. Şêweyê înfazê ya mayina di girtîgehê de ya heta dawiya emrê xwe ku li birêz Ocalan hatiye ferzkirin, li hezaran girtiyan jî hate ferzkirin. Israra di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de û domandina rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê re krîzên aborî û siyasî yên li gel hatine ferzkirin mezintir bû, siyaseta şer û qeyûman girantir kir û rê li ber azadiya civakî û aştiya civakî girt. Lewre; ji bo pirsgirêka Kurd li ser zemîneke demokratîk were çareserkirin, weke şertê ewil divê tecrîda li Îmraliyê were rakirin. Ev yek dê bike ku karnameya maf, hiqûq û demokrasiyê ya welêt baş bibe û pêkvejiyaneke azad û adilane ya Kurd û Tirkan û hemû gelên li erdnîgariya me dijîn misoger bike.

Tevî rejîma êşkenceya giran a 26 sal in didome jî, wekî em di van rojan de şahidiya wê dikin, birêz Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk, siyasî û hiqûqî bê çareserkirin îradeyek raber kir, ev îrade mezintir kir û bû xwedî potansiyeleke wisa ku vê komploya navneteweyî ku berhema hevsengiya hêzên navneteweyî ye û siyaseta tecrîdê vala derxîne. Birêz Ocalan, li dijî komploya navneteweyî û siyaseta tecrîdê, siyaseta aştiyê ya gerdûnî meşand.

Piştî şert û mercên agahînegirtina mutleq ku 4 salan hate domandin, cara ewil di 23’yê Cotmeha 2024’an de pê re hevdîtin hate kirin û got; ‘Tecrîd didome. Heke şert û merc ava bibin ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku pêvajoya pevçûn û tundiyê derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bikim.’ Bi vê yekê re hêz û îradeya xwe nîşan da. Di hevdîtina 28’ê Kanûna 2024’an de jî got; ‘… tevahiya van hewldanên me, dê welêt bigihînin asta ku heq dike û di heman demê de ji bo veguherîna demokratîk jî dê bibe rênîşandareke pir bi qedir û qîmet. Ji bo aştiya Tirkiye û herêmê dewr dewra aştî, demokrasî û xwişk-biratiyê ye.’ Bi vê peyama xwe careke din banga xwe ya ji bo demokrasî û aştiyê dubare kir. Rêya rast a ku dê çareseriyê bi xwe re bîne û îradeya demokasî û aştiyê zindî bike, rakirina pergala Îmraliyê û bi azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêkan e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li dijî komploya 15’ê Sibatê meşa girseyî
Nûçeya Pişt re Xizmên windayan li 3 navendan çalakî lidar xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amedê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin

Girseyê piştî mîtînga “Azadiyê” ya li Amedê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê gerîlayê şehîd Botyan Amed birin Çewlîgê

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Botyan Amed ku di sala 2019’an de li Dersimê şehî bûbû, piştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Belém’ê 50 hezar kes ji bo avhewayê meşiyan: Ji Amazonyayê me bibîhîzin

Li bajarê Belém ê li Amazonên Brezîlyayê nêzî 50 hezar kes ji bo zextê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

KJK: Em bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re sosyalîzma civaka demokratîk ava bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şewata Mezin a Îzmîrê di sala 104’emîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mafê perwerdeyê yê zêdeyî 100 hezar xwendekarî hate desteserkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Molina: Qanûn destpêk e, divê meseleza statuya Ocalan bê çareserkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?