Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî muwekîlên xwe Abdullah ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş daxuyaniyek weşand ku ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve 3 sal in bi ti awayî agahî ji wan nayê wergirtin.
Buroyê diyar kir ku 3 sal in nikarin bi ti awayî agahiyê ji muwekîlên xwe werbigirin û destnîşan kir ku li gel serlêdanên edlî û îdarî jî nikarin hevdîtinê bikin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku qutkirina têkiliya muwekîlên wan bi derve re nîşan dide ku li girava Îmraliyê ‘perdeyeke veşartî’ heye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Tecrîda mutleq a heyî li gel kiryarên kêfî her wiha bi ‘biryarên dadgeriyê’ yên ku di mewzûata Tirkiyeyê de cihê xwe nîne, dewam dike. Cezayên dîsîplînê yên ku weke hincet ji serdana malbatê re tê nîşandan û biryarên li pêşiya serdanên parêzeran dibin asteng, li dijî mewzûatê ne, her wiha nîşan dide ku xwediyê biryarê sûc dikin. Her wiha mafê nivîsandin û telefonê jî nayê naskirin. Halbûkî li gorî pîvanên Mandela, nepêkane ku têkiliya bi derve re bi temamî bê qutkirin. Di her şert û mercî de divê girtî karibe bi cîhana derve re têkiliyê deyne. Li gel bicihneanîna van pîvanan her wiha dosya û biryarên ku weke hincet ji van kiryaran re têne nîşandan, ji parêzeran têne veşartin.
Ev kiryarên heyî nîşan didin ku li Girava Îmraliyê perdeyeke veşartinê heye. Têkildarî muwekîlên me yên li girtîgeheke giravê têne ragirtin, ne mablat ne jî parêzer 3 sal in bi ti awayî agahiya xwe nîne. Têkildarî mafê tenduristiyê û jiyanê yên bingehî em xwedî agahî nînin.”
Agahiyên berfireh tên…