Li çar aliyên cîhanê jin xwe amade dikin ku ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dakevin qadan. Yek ji navendên girîng ê çalakiyan dîsa wê Amed be. Mîna her sal jinan îsal jî dest bi amadekariyan kiriye û ji bo mîtîng û meşan xebatên xwe didomînin.
Îsal 8’ê Adarê wê bi şîara “jin li dijî xizanî, mêtingerî, şer û tundiyê di serhildanê de ne” were pêşwazîkirin.
Ji Komîteya Amadekariyê ya 8’ê Adarê Buşra Yenturk têkildarî amadekariyên 8’ê Adarê ji ANF’ê re axivî.
Buşra Yenturk diyar kir ku nêzîkatiya “Sala Malbatê” di rastiyê de jinê esas nagire û got, “Li vir perspektîfeke ku jinê weke kes nas dike, maf û azadiya wê esas digire, tune ye. Berevajî, ferasetek heye ku jinê di nava malbatê de pênase dike û hebûna wê li ser yekgirtina malbatê rewa dike. Eger bi rastî jî polîtîkayeke ku jinê esas digire hatiba meşandin, dema ‘Sala Malbatê’ hatî îlankirin bi sedan jin di encama tundiya mêr de jiyana xwe ji dest nedidan.”
Buşra Yenturk rexne kir ku di navê Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî de navê “jin” tune ye û destnîşan kir ku çêkera heyî azadiya jinê na, polîtîkayên îdeolojîk ên desthilatdariyê digire navenda xwe.
‘DEWLET BERPIRSYAR E KU KESAN BIPARÊZE, NE MALBATÊ’
Buşra Yenturk îşaret bi hiqûqa mafên mirovan a modern kir û destnîşan kir ku berpirsyariya dewletê parastina kesan e, ne parastina malbatan e.
Buşra Yenturk bal kişand ser daneyên têkildarî cînayetên jinan û diyar kir ku nêzîkatiya yekgirtina malbatê esas digire, tundiyê vedişêre.
Buşra Yenturk anî ziman ku xweseriya jinan a di aboriyê de pir girîng e û got, di demên krîza aborî de destpêkê jin ji kar tên derxistin.
‘DIVÊ VEGERIN PEYMANA STENBOLÊ’
Buşra Yenturk diyar kir ku xeta têkoşînê di çendek çarçoveyên esas de şêwe girtiye û got, “Weke rêxistinên jinan em bi biryar in ku piştevaniyê mezin bikin. Em li dijî tundiyê pîvana sifir tolerans diparêzin. Divê vegerin Peymana Stenbolê û yek ji daxwazên me yên herî hesas bicih anîna Qanûna Hejmara 6284 e. Divê parastina jinan ne li ser kaxezê, bi fiîlî were bicihanîn.”
‘JIN WÊ AZADIYÊ AVA BIKIN’
Buşra Yenturk diyar kir ku çalakiyên 8’ê Adarê yên li Amedê, hemû daxwazên tevgerên jin ên li Tirkiyeyê vedibêje û ji tecrûbeya dîrokî-siyasî ya nasnameya jina Kurd sûd werdigire. Buşra Yenturk destnîşan kir ku ev çalakî tenê bîranîneke sembolîk nîne û got, “Şîara 8’ê Adarê ya îsal wê ‘Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin’ be. Jin wê ne tenê li ber xwe dibin, wê azadiyê ava bikin.”

