Xizmên girtiyan û komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) li pêşiya Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kiriklar a Buca ya Îzmîrê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Beşdaran pêşmalkên “Ji tecrîdê re na” li xwe kirin û pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hilgirtin.
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Na ji tecrîdê re, ji girtiyan re azadî” hatin berzkirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê, DBP’ê, ANYAKAYDER, DAD û gelek xizmên girtiyan tev li bûn.
Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut di çalakiyê de axivî û got ku sepanên tecrîdê yên li Îmraliyê belavî hemû girtîgehan bûne û ev ne rewşekî rashatî ye. Karabulut, wiha domand: “Girtîgehên bi tîpên Y, S û Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind li ser psîkolojî û bedena mirovan rê li ber texrîbatên mezin vedikin. Girtî û hikûmxwaran ji derve îzole dikin û bi vê yekê re jî dixwazin wan bi tenê bihêlin, îradeya wan tune bikin û bi awayekî bêdeng wan ji hêla ruhî û fîzîkî ve tune bikin. Di serî de Îmrali, divê di demekî herî nêz de ev sepanên derhiqûqî li tevahiya girtîgehan bên rakirin û di vê mijarê de îktîdarê hişyar dikin. Tecrîd, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bila tecrîda li tevahiya girtîgehan bê rakirin. Ji girtiyên siyasî re azadî.”
Çalakî, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.