Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 193’an di roja 995’an de didome.
Merasîma dewrgirtina çalakiya nobetê li Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê, bi tevlîbûna gelek endamên saziyan û welatiyên wargehê pêk hat.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji aliyê Stêra Zêrîn ve daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Stêra Zêrîn Zerya Benek ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de bal li ser şerê li ser Rojhilata Navîn hate kişandin û hat diyar kirin ku şerê heyî krîz û kaosa heyî kûrtir dike.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku desthilatdariya hegomonîk naxwaze şer bidawî bibe û yekane rêya çareseriya pirsgirêkên herêmê fikir û felsefeya Rêber Apo ye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hatin gotin: “Rêber Apo, ji bo me xeta sore. Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi awayekî xurt berdewam dike. Em jî weke hunermendên wargeha Mexmûrê, dixwazin erkên xwe yên demê bi tevlîbûna vê çalakiyê pêk bînin. Heya em Rêberê xwe, bi rengekî azad li gel xwe ne bînin wê têkoşîn û berxwedana me ne sekine û emê bi deng, bi reng, bi şano û hunera xwe xwedî li Rêberê xwe derbikevin.”
Piştî daxuyaniyê koma 193’an ya ku ji endamên Ewlekariya Hindirîn pêk dihat, ji koma Çand û Hunerê dewr girt.
Merasîma dewrgirtinê de dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berzkirin.

