În, 17 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ferat Koçak ragihand ku ew ê îdîayên derbarê Samet Yilmaz li Meclîsê bike rojev

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hevseroka ESP’ê û 3 kesên din 69 sal ceza hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komxebata ziman a li Wanê bi dawî bû: Ji bo statuya Kurdî banga seferberiyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşvanên KESK’ê li Enqereyê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê komîsyon hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobedê ya li Mexmûrê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ şehîdên Metînayê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan wê li Amedê ji bo Rêber Apo bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qedexeya li ser Balafirgeha Silêmaniyê bi temamî hate rakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li komxebata ziman nûnerên olê: Li dijî qedexeya li ser ziman berxwedan divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em heqaretên ku li Rêber Apo hatine kirin bi tundî şermezar dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji malbatên şehîdan ên Reqayê daxwaza azadiya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ên li Fransayê ji bo meşa li Kolnê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûzan Îşbîlen: Aştiya rasteqîn bi guhdarîkirina li mexdûrên şer dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş li her derê çalakî hatin lidarxistin: Bila kiryar bên dîtin û edalet pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê meşa edaletê ji bo Rojîn Kabaîş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Dîcle ji bo Rojîn Kabaîş meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Çalakiyên 8’ê Adarê: Qirkirina jinan û tecrîd hatin şermezarkirin
Jin

Çalakiyên 8’ê Adarê: Qirkirina jinan û tecrîd hatin şermezarkirin

Di çalakiyên 8’ê Adarê yên li gelek bajaran hatin lidarxistin de komkujiya jinan û tecrîd hatin şermezakrin, berxwedana zindanan hate silavkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Adar 2024 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re amadekariyên jinan dewam dikin.

RIHA

Platforma Jinan a Rihayê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de ji girtiyên jin ên li girtîgehê re qert şandin. Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer jî di nav de jin li Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) hatin cem hev û qertên ku dê bişînin amade kirin.

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Adle Fîdan li vir axivî û diyar kir ku ew ji bo xwedîderketina li girtiyên jin hatin cem hev û got, “8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz be.” Piştre jinan qertên ku amade kiribûn ji Şaxa PTT’ê ya Karakopruyê şandin.

SERÊKANIYÊ

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê jî ji jinan ji girtyên jin re qert şandin. Jinên li ber Şaxa PTT’ê ya navçeyê kom bûn û jinên girtî re qert şand.Li ser navê jinan namzeta Hevşaredariyê ya Serêkaniyê Rahşan Yazici axivî. Rahşan Yazici da zanîn ku jinên Kurd ên di têkoşîna jinan de xwedî hêzeke pêşeng in, tevî her cure zext, tirsandin, binçavkirin û girtinan dest ji têkoşîna xwe bernedan û 8’ê Adarê li jinên cîhanê pîroz kir.

WAN

Li navçeya Payîzava ya Wanê bi wesîleya 8’ê Adarê civîna jinan hat lidarxistin. Di civînê de gelek jin, namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û aktîvîstên TJA’yê beşdarî civînê bûn. Piştî govenda li gel muzîkê, Neslîhan Şedal axivî.

Neslîhan Şedal diyar kir ku jinên Kurd bi salan e li ber xwe didin û got, “Ev têkoşîn ji bo jinên cîhanê bûye mînak. Em soz didin; em ê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ belav bikin û têkoşîna xwe berfireh bikin. Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe em nikarin azad bibin. Jin wê li her derê berxwedanê bidomînin.”

Piştî çalakiya li Payîzava, Neslîhan Şedal û heyeta pê re derbasî taxa Xacortê ya navçeya Rêya Armûşe bûn. Piştî pêşandana sînevîzyona li ser têkoşîna jinan konsera dengbêjiyê hate lidarxistin.

ÎDIR

Meclîsa Jinan a TJA û DEM Partiyê li bajaroka Xoşxeberê ya Îdirê şahiya jinan li dar xist. Beriya şahiyê jinan ji bo mihrîcana ku di 8’ê Adarê de li navenda bajêr bê lidarxistin, belavok belav kirin. Piştre şahî li ber avahiya DEM Partiyê hate lidarxistin. Namzeta Hevşaredariyê ya Îdirê Nejla Kum, rêveberên bajêr, bajarokan û gelek jin beşdarî şahiyê bûn. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Îdirê Oya Malgaz piştî govendê axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Di heman demê de tecrîdeke giran li ser gelê Kurd heye. Greva birçîbûnê ji bo rakirina tecrîdê li girtîgehan hatine destpêkirin didomin. Dayikên me nobeda edaletê ne.”

Piştre namzeta Hevşaredariyê ya Xoşxeberê Emîne Yondem Kartal axivî. Emîne Yondem 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û got, “Li pêşiya me hilbijartinek heye. Ev hilbijartin tercîha jinan e. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin.” Di mîhrîcanê de gul li jinan hatin belavkirin û piştî axaftinan bi gerandina govendê şahî bi dawî bû.

ŞIRNEX

Çalakî û şahiyên jinan a li Şirnexê didomin. TJA’yê li ber Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şaxa Şirnexê şahiya jinan pêk anî. Di şahiyê de jinan cil û bergên xwe yên herêmî li xwe kirin û pankartên “Rengê herî xweş ê cîhanê rengê min e”, “Ji tecrîdê re na” û “Jin, jiyan, azadî” hildan. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Dayikên Aştiyê û namzetên Havşaredariyê yên bajar û navçeyan beşdarî şahiyê bûn. Şahî bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Namzeta Hevşaredariyê ya Şirnexê Bêrîvan Kutlu piştî axaftina vekirinê axivî û got, “Dema ku em di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan, em ê ji komkujiyên jinan û talankirina xwezaya xwe re bêjin êdî bes e.”

COLEMÊRG

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û TJA’yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê civîna jinan li dar xist. Gelek jin û endamên partiyê jî beşdarî civînê bûn. Di civîna li buroya hilbijartinê ya navçeyê hat lidarxistin de Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armut axivî û bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê û got ku ew ê bi hilbijartinê re têkoşînê bigihînin serkeftinê.

Civîn bi dirûşmên “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.

SEMSÛR

Li Semsûrê Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi wesîleya 8’ê Adarê bi jinan re hatin cem hev. Li qada bajarê konteyniran ku Rêxistina DEM Partî ya Semsûrê lê ye, daxuyanî hat dayîn.

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partıyê Halîde Turkoglu, parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amed û Rihayê û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “DEM a jinan vîna jinan e” hat hildan, Turkoglu di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan.Turkoglu got, “8’ê Adarê di heman demê de roja mezinkirina berxwedan û hevgirtina jinan e. Em hewl didin ku li Tirkiye û Kurdistanê hevgirtina jinan zêde bibe.”

Turkoglu destnîşan kir ku hikûmetê gelek pirsgirêkên piştî erdhejê ji nedîtî ve hat û wiha domand: “Hikûmet bi polîtîkayên ku pêk neaîne, dixwaze pirsgirêan bide jibîrkirin. Lê em ê windahiyan me ji bîr nekin. Jin dixwazin bijîn, lê pirsgirêkên bingehîn ên wekî paqijî û stargehê hê jî didome. Hat gotin ku ji konan derbasî bajarên konteyniran bûye, lê ji ber ku binesaziya wê ne saxlem e, pirsgirêkên cidî derketine. Polîtîkayên ku jiyana mirovan dizîne tên avakirin. Hat ragihandin ku 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, lê Murat Kurum diyar kir ku zêdeyî 150 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Ev nîşan dide ku dane veşartine. Hikûmetê ji bo pêşîgirtina li felaketan tu carî hewl neda û niha jî nade. Em ji bo hevgirtinê hatin vir.”.

POLÎTÎKAYÊN DIJMINATIYA JINAN

Turkoglu bal kişand ser hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê û wiha berdewam kir: “Li Semsûrê mafê jiyaneke wekhev, azad û birûmet heye, lê li Semsûrê şert û mercên jiyanê yên mirovî nînin. Ev jî ji ber zîhniyeta berjewendîperest û talanê ya partiyên siyasî ye. Em dibêjin ‘Em ê li ser bingeha mafê jiyanê bajarên xwe ji nû ve ava bikin.’ Em weke jin li dijî zîhniyeta serdest a mêr bersiva xwe bi zelalî didin. Em ê nêzîkatiya rêveberiya xwecihî ya ku avahiyên li dijî erdhejê çêdike û jiyana mirovan esas digire ava bikin. Di encama polîtîkayên mêtinger ên hikûmetê de qetilkirina jinan berdewam dike. Herî dawî di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin lê ji hikûmetê yek daxuyanî jî derneket. Torên ku jin dixwazin pê bikin ji aliyê dewletê ve tên hedefgirtin, têkoşîn û xebatên wan tên astengkirin. Li Semsûr û gelek herêmên erdhejê  îstismara zarokan û qetilkirina jinan zêde bûne. Em ê di 8’ê Adarê de hevgirtinê mezin bikin. Em ji vê hikûmet û desthilatdariyê, zîhniyeta serdest a mêr re gelek tişt dibêjin. Em weke Meclîsa Jinan a TJA û DEM Partiyê dê parastina mafê jiyanê bidomînin. Em banga jiyaneke wekhev û birûmet dikin û di vê wateyê de em ê têkoşînê berfireh bikin.”

Piştî daxuyaniyê jinan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ber bi bajarê konteynirê yê ku erdhejzede lê dimînin meşiyan. Heyet li bajarê konteyniran bi jinên erdhejzedeyan re hevdîtin pêk anîn û pirsgirêkên wan guhdarî kirin û pakêtên paqijiyê yên ku ji jinan re amade kiribûn radestî wan kirin. Jinan piştre çûn serdana malbat û gora Pinar Olmaz a ku di 23’ê Sibatê de li Guzelyurtê ji aliyê Ridvan Olmaz ê ku pê re zewicî hatibû qetilkirin.

AMED

Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li taxa Erwalî ya navçeya Rezan a Amedê bernameyek li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, namzeta Hevşaredariya Rezanê Leyla Ayaz û Parlamentera Amedê Sevilay Çelenk û aktîvîstên TJA’yê beşdarî bernameyê bûn. Di çarçoveya bernameyê de gelek jinên taxên derdorê bi cil û bergên gelêrî şi xwe kiribûn hatin gel hev û li ber bi def û zirneyê govend gerandin. Şêniyên taxê jî dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

‘BÊ JIN JIYAN TUNE YE’

Leyla Ayaz a destpêkê axivî, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û got, “Hemû jin ji bo vê têkoşînê dimeşînin, spas ji bo ku hûn piştgiriyê didin têkoşînê. Saziyên me 2 serdem in di destê qeymeqamtiyê de ne. Em ê bi jinan re îradeya xwe biparêzin, baweriya me bi we, rengê xwe û bi “Wê dengê me bibihîzin” heye. Serra Bucak got, “Silav silav ji hemû jinên kedkar û têkoşer re. Bê jin jiyan nabe. Weke hûn jî dizanin pêvajoya hilbijartinê bi taybetî ji bo jinan gelekî girîng e. 31’ê Adarê wê ji bo me hemûyan bibe rojeke taybet.” Piştre Sevilay Çelenk mafê axaftinê girt ji ber pêşwazîkirina germ û bi coş spasiya jinan kir û got, “Em girîngiya vê hilbijartinê dizanin, em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li vîna xwe derkevin. Çend roj beriya hatina vê derê Gulten Kişanak. û hevalên me yên din ên girtî jî silavên xwe ji we hemûyan re şandin û kêlî bi kêlî xebatên hilbijartinê şopandin.”

‘DÊ JIN AZAD BIBIN, WÊ TÊKOŞÎNA ME MEZIN BIBE’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku hevalên jin ji bo têkoşînê bidomînin keda herî mezin dane û got, “Îro ev sîstem bi alîkariya desthilatdariya AKP-MHP’ê dibêje wê jin kîjan cil û berg li xwe bikin, jin wê çend zarokan bînin, kîjan saetê divê jin derkevin derve. Hefteya borî di nava rojekê de 8 jin hatin qetilkirin. Div¨were zanîn li ku derê jin lê hebe jiyan heye. Cihê ku mêr lê hebe şer, îstîsmar, koçberî û xizanî heye. Jinên ku jiyanê di dilê me de dihêlin helbet wê di 8’ê Adarê de hemû qadan dagirin. Me dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ ya ku gerdûnî bûye, me felsefe û ruhê têkoşînê ji xwe re kiriye pêşengî. Bi têkoşîna jinên Kurd re em ê li dijî hemû polîtîkayên tundî û êrîşên li ser jinan li vî welatî dibin hêza herî mezin û temînata herî mezin. Jin wê azad bibin, têkoşîna me wê mezin bibe. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk jin wê bi dengên herî bilind dakevin qadan. Silavên me yên herî mezin ji bo dayikên me û yên di greva birçîbûnê de ne.”

Piştre banga mîtînga 8’ê Adarê li Qada Îstasyonê hat kirin.

DERSIM

Xeta Jinê beriya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Dêrsimê xebatên xwe didomîne.  Belavokên bi şiyara “8’ê Adarê ber bi qadan ve!” ji hêla Xeta Jinê hatibûn amadekirin, li navenda Dêrsimê hatin belavkirin. Di xebatê de hat destnîşankirin, “Em li dijî şerê taybet, tecrîd, dagirkerî û qirkirina jinê bi gotina ‘xeta jinên xeta jiyanê ye’ ji kampusan heta kolanan jiyana nû dirêsin û ber bi azadiyê ve dimeşin.”

DERBARÊ XETA JINÊ

Jinên ciwan ên zanîngehê ji bo balê bikişînin ser rola jinên ciwan li dijî dagirkerî, tecrîd û şer, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê “Xeta Jinê” îlan kirin. Xeta Jinê ku li dijî êrîşa qirkirina sîstematîk a li ser hebûn û nasnameya jinê ya ji aliyê serdestiya mêr ve weke qada têkoşîna jinên ciwan hatiye ragihandin, li ser bingeha “xwebûn”ê têkoşîna jinan a rêxistinkirî û dewam dike.

ÊLIH

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê banga tevlîbûnê kir. Ji bo mîtînga 8’ê Adarê li Parka Jinê ya 8’ê Adarê bê lidarxistin, parlamenterên DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Zeynep Oduncu, namzeta Hevşaredariyê ya Êlîhê Gulistan Sonuk û aktîvîstên TJA’yê li sûka taxa Yeşîltepeyê hatiye vekirin, belavok kirin û banga tevlîbûnê mîtîngêkirin.

TJA ji aliyê jinan ve bi tilîlî, çepik û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Aktîvîstên TJA’yê diyar kirin ku ji bo mîtîng bi hêz bibe, çi ji destê wan tê dê bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Amûdê broşurên 8’ê Adarê hatin belavkirin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 6’Ê ADARA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mîtînga Azadiyê: Gel astengiyan nas nake, li ber xwe dide

Bi hezaran kesên ku ji bajarên cuda ber bi Amedê ve bi rê ketin, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Polîsan bi ser mala nûçegîhanê JINNEWS’ê de girtin

Polîsan bi ser mala nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver a nûçeyê ‘çeteyê hişbir û fuhûşê’ çêkiribû…

Ji aliyê Stêrk TV

Di êrîşên Îsraîlê de 217 endamên Hizbullahê mirin

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de bi deh hezaran kes mirin, hat ragihandin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ferat Koçak ragihand ku ew ê îdîayên derbarê Samet Yilmaz li Meclîsê bike rojev

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Krîza xurekê wê bibe sedema pêleke nû ya koçberiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Hevseroka ESP’ê û 3 kesên din 69 sal ceza hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di êrîşa li dijî hêzên hikûmeta demkî de hejmara miriyan derket 5’an

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?