Çarşem, 2 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din li Gemlîkê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Ji Abdullah Ocalan re azadî!
Rojane

Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Ji Abdullah Ocalan re azadî!

Xizmên girtiyan di deng bide azadiyê de li hev civiyan û ev peyam da, “Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe em jî azad nînin. Em ê ji têkoşîna xwe teqez bi paş ve gavê neavêjin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Gulan 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di pêşengtiya malbatên girtiyan, rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî her hefte li ber girtîgehan çalakiyên “Deng bidin azadiyê” tên lidarxistin. Di çarçoveya van çalakiyan de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. 

ÎZMÎR 

Di pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE- TUHAYDER) û malbatên girtiyan de di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li pêşiya Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Buca Kiriklarê çalakî hat lidaxistin. Di daxuyaniya gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdar bûn de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Heq hiqûq edalet” , “Bila zindan hilweşin ji girtiyan re azadî” hatin berzkirin. 

Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kûrûş diyar kir ku pêdiviya welat bi normalbûnekê heye û anî ziman ku ji bo vê yekê jî divê pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk were çareserkirin. 

Kûrûş, bi lêv kir ku pirsgirêk bi aştiyeke mayînde dikarin bên çareserkirin û wiha got: “ Rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û tevlibûna wî ya li pêvajoya siyasî, wê bibe gaveke gelekî xurt ku asayîbûna vî welatî misoger bike. Em bang li her kesî dikin ku di mijara tecrîdê de hê bi hestiyar bin.”

Yek ji malbata girtiyan Sûltan Yagmekan a pişt re axivî jî bal kişand ser çalakiya li girtîgehan berdewam dike û wiha got: “Heta ku ew azad nebin em jî ne azad in. Em tecrîdê qebûl nakin û em ê tu car ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

EDENE

Li Edeneyê di pêşengtiya malbatên girtiyan de bi tevlibûna partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” li ber Kampusa Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê daxuyanî hate dayîn. 

Beriya çalakiyê polîsan hemû rêyên ku diçin girtîgehê ji trafîkê re girtin û xwestin ji girseyê re bibin asteng. Li ser vê yekê girseyê ji girtîgehê re 100 mîtro mayî ji wesayîtên xwe peyabûn û çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Welatiyên ku pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin, pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” vekirin. Girseyê her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Deng bide azadiyê” , “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin. 

Rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Edeneyê Yaşar Demîr, bi lêv kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan pirsgirêkên siyasal, civakî û aboriyê kûrtir dikin û got: “Em ê li her qadê bînin ziman ku tecrîda li ser birêz Ocalan sûcekî mezin ê mirovahiyê ye. Ji bo ku rêya muzakereyê were vekirin divê daxwazên girtiyên siyasî bên qebûlkirin. Em bang li muxalefet, saziyên sivîl ên civakî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û hemû derdorên demokratîk dikin ku têkildarî tecrîd û daxwazên girtiyan bibin deng û tevkariyê li berxwedan û têkoşîna wan bikin.”

Piştî daxuyaniyê girseyê çalakiya rûniştinê pêk anî. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê 2 şehîdên QSD’ê li Şedadê hat veşartin
Nûçeya Pişt re Di Cejna Zimanê Kurdî de meş û panel hatin lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Leşkererkî Tirk a dagirker û 6 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ragihand kleşkerekî artêşa Tirk a dagirker û 6 çete hatine kuştin.

Ji aliyê Stêrk TV

Mazlûm Ebdî û Colanî peyman îmze kirin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Serokê Demkî yê Sûriyeyê li ser gelek mijarên…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk piştgiriya çeteyên DAÎŞ’ê dike’

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump, bi qutkirina alîkariyan dibe ku bibe sedema mirina 14 mîlyon mirov!

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji Kolombiyayê heta Fransa ji bo Rêber Apo çalakiyên azadiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?