Çarşem, 19 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Yekane krîtera rêveçûna pêvajoyê nêzîkatiya li Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon di 21’ê Mijdarê de bi rojeva serdana Rêber Apo bicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gel, gotinên serokatiya MHP’ê û helwesta AKP’ê ji hev cuda dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna 17’emîn a komîsyona li Meclîsê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê komîsyon bi wêrekî biryarê bide, qanûna derbasbûnê zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li bajarên cuda ên Rojhilatê Kurdistanê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê heta niha 74 gorên komî hatin vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şervana YPJ’ê teziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê li ser sindoqan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Kurd û komek Tirkmen bi hev ketin: 2 polîs mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê milîtanên Apoyî yên fedaî bi hurmetî bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê: ‘Em ê bi hev re tundiyê rawestînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kûtlû hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em bi xurtî tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayten Kaplan: Ji bo jineke din ji nava me kêm nebe em ê li qadan bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan avêtin ser pêşangeha 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çalakiyên Hefteya Mafên Mirovan: Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li Rojava nerazîbûn
Rojane

Çalakiyên Hefteya Mafên Mirovan: Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li Rojava nerazîbûn

Di çalakiya Hefteya Mafên Mirovan de êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê jî bal kişandin ser êrîşên dagirkerî û qirkirinê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

AMED

Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Jinan a Rosayê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Odeya Bijîşkan bi boneya Hefteya Mafên Mirovan çalakiya hevpar li dar xistin. Di çarçoveya çalakiyê de ji Qada Şêx Seîd heta Deriyê Sarayê meş hat lidarxistin. Di meşê de pankarta “Aştî, bi mafên mirovan pêkan e” hate hilgirtin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Na ji şer re aştî a niha” û “Jin, jiyan, azadî”hatin berzkirin.

Daxuyaniya hevpar, ji hêla Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Omer Saman ve hate xwendin. Saman, bal kişand ser êrîşên li ser Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Ji bo gel, bawerî û tevahiya derdorên civakî yên Sûriyeyê beşdarî pêvajoya çareserî û muzakereyan a îxtîmal bibin, hewceye civaka navneteweyî, Tirkiye û hemû aktor li hemberî Rojava xwedî helwesteke aştiyane bin. Civaka navneteweyî ku armanca wê ya esasî aştî û ewlehiya seranserî cîhanê ye, careke din divê ji bo pêşîlêgirtina mirina sivîlan û wêraniyê, ji bo pêşîlêgirtina şer û pevçûnan bi erka xwe rabin.”

Saman, binpêkirinên li welêt rêz kir û wiha bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, “Yek ji binpêkirina girîng a li girtîgehan jî, di serî de li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, sepana tecrîdê ya di meriyetê de ye. Sepanên li girtîgehan ên ji bo şexsan bi taybet di meriyetê de, li dijî feraseta mafên mirovan e. Tecrîd û îzolasyon, binpêkirina peymanên neteweyî û navneteweyî ye û divê tavilê ev sepanên ne qanûnî bên bidawîkirin. Bi sala ye li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin, tecrîdeke girankirî heye. Piştî tecrîdeke domdirêj, di 23’yê Cotmeha 2024’an de hevdîtinek hate kirin. Divê sepanên tecrîdê û hemû astengiyên li pêşiya mafên Abdullah Ocalan bi temamî bên rakirin û ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya meseleya Kurd, muzakere bên destpêkirin. Di heman demê de divê astengiyên li pêşiya hevdîtina bi parêzer û malbatan a bi girtî Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin jî bên rakirin. 

Weke encam; em bang li Tirkiyeyê ya aliyeke Beyannameya Gerdunî ya NY’ê ye dikin ku di her şert û mercan de, bêyî cihêkariyê di navbera ziman, ol, nîjad, netew, zayend, etnîk û çandan de bike, berpirsyartiyên xwe yên peymanê bi cih bîne. Em careke din dibêjin ku mafê jiyanê pîroz e û hêviya jiyaneke hêjayî rûmeta mirovahiyê û azad dikin.”

RIHA

Navenda Mafên Mirovan a Rihayê, şaxên OHD û ÎHD’ê jî bi heman boneyê li pêşiya Baroya Rihayê daxuyaniyeke hevpar dan. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel bal kişand ser êrîşên ser Rojava û banga “Pêşî li van komkujiyan bigirin” kir.

Bi heman boneyê li Dersim, Êlih, Stenbol, Edene, Mêrsîn, Hatay, Mêrdîn û gelek bajarên din jî çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de binpêkirinên li girtîgehan, tecrîda li ser Rêber Apo û binpêkirinên din ên mafan hatin protestokirin. Di heman demê de êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin şermezarkirin û wiha hate gotin:

“Neçareserkirina pirsgirêka Kurd, mezintirîn astengiya li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û divê bi rêyên aştiyane û demokrasiyê were çareserkirin.”

DEM PARTÎ DAXUYANÎ DA

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi boneya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan li ser hesabên xwe yên platforma X’ê peyam parve kirin. Tulay Hatîmogûllari di peyama xwe de got ku ew îsal jî 10’ê Kanûnê bi binpêkirinên sîstematîk ên mafên mirovan pêşwazî dikin. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku li her çar aliyên cîhanê gefeke mezin li ser mafên mirovan ên bingehîn hene. Tulay Hatîmogûllari, bi lêv kir ku desthilatdariya siyasî bi rêya qeyûm, zext, tundî û hwd, rûmeta mirovahiyê binpê dike û roj bi roj mafan bisînor dike. Tulay Hatîmogûllari, got ku dê têkoşîna wan a ji bo mafên mirovan bidome. Tuncer Bakirhan, jî di peyama xwe de destnîşan kir ku ew 10’ê Kanûnê bi binpêkirina mafê jiyanê û baweriyan pêşwazî dikin. Bakirhan, anî ziman ku mafên mirovan tên binpêkirin û dê têkoşîna wan a ji bo mafên mirovan bidome.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bîlançoya 2024’an: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 162 sivîl hatin qetilkirin
Nûçeya Pişt re Gel li dijî êrîşên dagirkeriyê li qadan e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hejmara nû ya kovara jinên ciwan diyarî Şehîd Bîşeng û Sara hate kirin

Hejmara nû ya kovara Komalên Jinên Ciwan (KJC) diyarî Endama Komîteya Ciwanan a PKK’ê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameya 2 gerîlayên şehîd hat eşkerekirin

HPG'ê nasnameyên 2 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em hevrêyên xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Çîçek: Hempîşeyên me ji ber ku êşkence ragihandin hatin girtin

Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek têkildarî girtina 7 rojnamevanên li Stenbolê axivî û got: ‘’Hempîşeyên me…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hêlîn Umît: Yekane krîtera rêveçûna pêvajoyê nêzîkatiya li Rêber Apo ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Humsê gorên Xiristiyanan hatin wêrankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?