Duşem, 26 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bursayê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Yekîtiya Kurdan girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    MATUHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Ramazan Aktaş li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê sîstem bi çapemeniyê re li hev bê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çalakiyên li dijî qetilkirina Narîn Guran: Kujer malbat-dewlet-terîqet!
Rojane

Çalakiyên li dijî qetilkirina Narîn Guran: Kujer malbat-dewlet-terîqet!

Di çalakiyên ku ji bo Narîn Guran hatin lidarxistin de hate xwestin îfadeya Ensarioglû yê AKP’yî ku got, 'Tiştên em dizanin hene, em malbatê nas dikin, em ji ber wê bêdeng dimînin' bê girtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Îlon 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji bo Narîn Gûran a 8 salî ya li taxa Çûlî ya navçeya Rezan a Amedê hat qetilkirin, li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

RIHA

Platforma Jinan a Bajarê Rihayê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, Hevseroka Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê  ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol, nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), nûnerên rêxistinên bajar û navçeyên Rihayê yên DEM Partiyê û gelek kes beşdar bûn. Rêvebera Mala Jiyanê Sema Koroglu di daxuyaniya ku pankarta “Ji zarokan re cîhanek ewledar, ji Narînê re edalet” hat vekirin de wiha got: “Eger kesên ku zarok qetil kirin bihatana cezakirin, Narîn dê îro bijiya. Divê peymanên heyî yên ji bo parastina zarokan bên pêkanîn.”

Piştî daxuyaniyê girseya gel çalakiya rûniştinê li dar xist. Çalakî bi qîrîna dirûşmên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

ÊLIH

Li Êlihê meşek hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn. Di nav wan de Parlamentera DEM’Partiyê Zeynep Oduncu, Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulîstan Sonûk, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Bajarê Êlihê cih girtin. Rêxistin, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û gelek welatî li Parka Yilmaz Guney hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta “Destên xwe yên qirêj ji ser jiyana zarokan rakin” hatin vekirin de wêneyên Narîn Gûran, Cemîle Çagirga, Ceylan Onkol, Leyla Aydemîr hatin hilgirtin.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de tevî barana zêde jî Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz axivî û diyar kir ku ji roja ewil ve hewl tê dayîn bûyer bê veşartin û ew ê dest ji qatilên zarokan bernedin.

Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu jî got, “Li gundê ku hemû tedbîr hatin girtin zaroka 8 salî nehat dîtin. Em ji vê bawer nakin. Em behsa zarokekê dikin ku bi awayekî sîstematîk hatiye qetilkirin. Berê jî zarok bi gotina ‘wenda’ hatin qetilkirin û veşartin. Ev komkujî ji ber polîtîkaya bêcezakirinê ya hikûmetê pêk tên. Li şûna kesên, tacawiz dikin û kujerên zarokan, kesên ku fikrên xwe tînin ziman tên girtin. Hikûmet dixwaze tiştên ku li zarokan hatine kirin bên ji bîrkirin. Em ê vê yekê ji bîr nekin û em ê hesabê wî bipirsin. Em ê rê nedin pergaleke ku tê de jin, zarok, xweza û zindî bên qetilkirin.”

Odûncûyê gotinên wekîlê AKP’ê Galîp Ensarîoglû bi bîr xist û got, “Duh wekîlê AKP’ê Galîp Ensarîoglû got, ‘ Tiştên em dizanin hene, em malbatê nas dikin, em ji ber wê bêdeng dimînin’. Ger zarokek 8 salî bê kuştin û têxin kîsek hûn nikarin bêdeng bimînin. Divê Ensarîoglû di doza Narînê de çi zane bibêje. Divê dozger îfadeya wî bigirin.”

MEŞA GIRSEYÎ

Piştî axaftinan ji Parka Yilmaz Guney heta ber avahiya Rêxistina Bajarê Êlihê ya DEM Partiy,ê ya li Çerxerêya DortYolê meşek hat lidarxistin. Di meşê de bê navber dirûşmên “Kujer li ku ne, dewlet çima bêdeng e”, “Destên dirêjî Narînê hatin kirin bên şikandin”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bêdeng nemînin” hatin berzkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gundiyê di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bû şehîd bû
Nûçeya Pişt re Ji tirsa xwe tirsê ava dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

Piştî ku statuya penaberiyê ya parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara ku li Fransayê dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşên li ser Kurdî li Wanê hatin şermezarkirin

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê êrîşên li ser saziyên zimanê Kurdî şermezar kriin û biryardariya…

Ji aliyê Stêrk TV

Di Newroza Wanê de astengiya ‘lêgerîn’ a polîsan bû sedema rageşiyê

Di pîrozbahiya Newrozê de ya li Wanê ku bi sed hezaran kes tevlî bûne, lêgerîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Bursayê şehîd hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Yekîtiya Kurdan girîng e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

MATUHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?