Hêzên îstixbaratê yên Îranê (Îtlaet) bi ser mala çalakvana Kurd ya binavê Zîlan Kemanger a ji bajarê Kamyaran yê Rojhilatê Kurdistanê, de girt û ew binçav kir.
Têkildarî binçavkirina Zîlan Kemanger, Komeleya Mafên Mirovan ya Kurdistanê diyar kir ku tu biryareke dadgehê ji bo girtina Zîlan Kemanger nehatiye dayîn. Her wiha rêxistinê eşkere kir ku di dema serdegirtina mala Kemanger de, hêzên ewlehiyê li mala wan û li ser wan lêgerîn kirine û dest danîne ser telefona hevserê wê.
Hate zanîn piştî ku Zîlan Kemanger hate binçavkirin, ew birin navenda Îtlaetê ya li bajarê Sine û heta niha agahî jê nayê girtin.
 
					 
							
 
			 
                                 
                             

 
		 
		 
		