Komeke çalakvanên Kurd bi diruşma “Peyamek spasiyê ji bo gelê me yê Kurd li hundir û derveyî welêt û ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanê” çalakiyek, li kêlek Stadyûma Şehîdên 12ˊê Adarê ya bajarê Qamişloyê çalakî li dar xist.
Çalakî bi amadebûna xelkê Qamişlo û ciwanan dest pê kir. Ev çalakî wek peyama spasiyê ji bo gelê Kurd ê li hundir û derveyî welêt û rakirina dorpêça li ser Kobanê hat organîzekirin.
Di çalakiyê de pankartên bi zimanên Kurdî, Erebî û Ingilîzî, “Misogeriya mafên Kurdî li gorî belgeya yekrêziya Kurdan”, “Dorpêça li ser kobanê bê rakirin ” hatin rakirin.
Çalakvan Şemdîn Nebî girêdayî mijarê axivî, got: “Daxwaza me di demeke nêz de dorpêça li ser bajarê Kobanê bê rakirin. Em spasiya hemû kesên ku piştgiriya Rojava kirne, bi taybet jî rêveberên me weke Mazlûm Ebdî, yên Başûrê Kurdistanê dikin. Em gelê Kurd parçeyek in, ne çar parçe ne.”
Piştre Mafnas û çalakvan Mihemed Ebdê jî axivî: “Em spasiya hemû gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê, li hemû deverên cîhanê dikin ku destê xwe kirin yek, li kêlek Kurdên Rojava li hember zordarî û êrişan sekinîn.”
Ebdê di dawiyê de got: “Divê demildest kesên dîl hatin girtin werin berdan.”

