Çarşem, 16 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Divê Îran darvekirinan rawestîne, dest ji êrişên li ser herêmên Kurdan berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê 8 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK, YRK û HPJ’ê serdana şehîdgehê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhilatê Kurdistanê di greva giştî de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Yên ku zêdegaviyê di rexneyan de dikin nafikirin, teqlîdê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana gora Jîna Emînî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwiyek li ser rêya azadiyê…

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûna greva giştî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Çapemeniya azad divê bi ruhê Şoreşa 19’ê Tîrmehê erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne’
Rojava

‘Çapemeniya azad divê bi ruhê Şoreşa 19’ê Tîrmehê erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne’

Hevserokê YRA'yê Îdrîs Henan anî ziman ku beriya Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Sûriyeyê sîstemeke medyayê ya li ser înkarê avakirî hebû û got, "Divê çapemeniya azad erk û berpirsyariyên xwe li gorî ruhê Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi cih bîne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Îdrîs Henan bi wesîleya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bersiv da pirsên ANF’ê. Henan rewşa medyayê ya di dema rejîma Baasê de ya li Sûriyeyê, pêşketina çapemeniya azad li Rojavayê Kurdistanê û rola çapemeniyê ya ji bo naskirina mafên gelê Kurd nirxand.

Îdrîs Henan destpêkê diyar kir ku ragihandina pergala rejîma Baasê li gel ku xwe weke demokratîk nîşan dida di partîkê de ragihanda ‘qesrê bû û got, “Ji dema darbeya partiya Baasê ya sala 1963’an û heta bi sala 1970’ê dema desthilatdarîbûna wê, sîstema yek-partî veguherî yek-çapemenî ku hewldana wê ya tekane pesna rejîma despot bû.

Çapemenî di rewşeke wisa de bû ku bê destûr û erêkirina rejîmê tiştek nedihat parvekirin. Lewma ragihandin weke saziyeke ewlekariyê ya dewletê bi fermana elîta despot weşaneke ne li gorî berjewendiyê gelan û dûrî ji nirxên azadî û demokrasiyê dihate nirxandin. Çendîn hewlên maskekirinê hebûn ku xwe weke azad nîşan dida, lê di pratîkê de ragihandina heyî ya Qesrê bû. Ji lewre jî nekarî ji êş û azarên gelan re bibûya eynik û çirayeke hêviyê. Berovajî wê yekê ji kiryar, sûc û binpêkirinên desthilatdariyê re amûr û alava rewakirin û neheqiyê bû. Ji ber vê jî em dibêjin ku li Sûriyeyê tiştekî bi navê ragihandina azad nebû. Bi esasî tişta heyî jî mirov nikare navê ragihandinê lê bike. Rojnamevan karmendekî bi mûçe yê dewletê bû. Sernav û sûrnavên made û nivîsên xwe ji saziyên ewlekariyê werdigirtin, li gorî îdeolojî û siyaseta desthilatdariyê dixebitî. Ji ber van sedeman Sûriye dewletek ji cîhanê û raya giştî re girtî bû, çi binpêkirin, qirkirin û êrişên li dijî çandên gelan dihatin kirin, dihatin nixumandin û veşartin. Yanî çapemeniyeke înkarê bû.

Bi vê jirêderketina ji mîsyona bingehîn a ragihandinê re, bi bizava gelan a Sûriyeyê re hebûna çapemeniyeke şoreşgerî hewceyek civakî ya bivênevê bû. Ji lewre jî bi amadekariyên îlankirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, xebatên bingehîn ên li ser mîrate û ezmûna ragihandina azad, bi rêk û pêk kevirkoşeyên destpêkê yên avaniya çapemeniya azad hatin dayîn ku bibin dengê rastî û heqîqeta Şoreşa 19’ê Tîrmehê. Di vê çarçoveyê de rojname, kovar, TV, ajans û radyoyên bi zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Sûryanî weşanê dikin hatin damezerandin ku êdî çapemeniya azad bi sazî, dezgeh û sendîkayên xwe ve bi gewde dibû.

Ji ber ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa tevayî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, ragihandineke ku karibe wê nûnertiyê bike di dewrê de bû. Bi taybetî ji bo gelê Kurd avantajeke pêşengtiya demokratîk û vegera li cewherê heqîqetê bû ku ji her tiştî mehrûm bû. Bi şoreşê re avantaja wê çêbû ku karibe doza xwe bi raya giştî bide nasîn û xebatên xwe yên ragihandinê ku bi awayekî veşartî dida meşandin eşkere bike. Ji ber ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser bingeha rêxistinbûyînek pir bi rêk û pêk hatibû lidarxistin, di warê çapemeniyê de jî gavên pir mezin di demên kurt de hatin avêtin.”

Hevserokê YRA’yê Îdrîs Henan qala rêveçûna ezmûna çapemeniya azad a bi şoreşê re kir û got, ““Bêguman bi pêşketina pêngavên şoreşê û guhertinên li herêmê re êrişên çeteyên DAÎŞ’ê, komên çete yên dagirkeriya Tirkiyeyê, çavên cîhanê li ser Rojava bûn. Lê ji ber amatoriya çapemeniya li Rojava, em gelek caran li hemberî êrişên odeyên şerê taybet ên bê navber di çepera xweparastinê de bûn. Vê yekê heta radeyekê bandorek wisa kir ku me nekarî temsîla rasteqîn a rastî û cewherê Şoreşa 19’ê Tîrmehê bikin. Bê guman ev jî cihê rexnedayînê ye.

Lê îro pişt ezmûna çapemeniya azad ku xwedî karwanekî şehîdên ku xwe gihandina heqîqetê û mûma rastiyê vêxistî hiştine, ragihandina bi qonaxên şoreşê re li derveyî qalib û cihokên dewletdariyê xwe birêxitin kiriye, tevî hemû ketin, qisûr û qelsiyan heta radeyekê baş karîbû doza gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî doza gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi cîhanê bide nasîn ku êdî li ser maseyên sazî û rêxistinên navneteweyî tê nîqaşkirin. Vê yekê destê Kurdan li cîhanê dirêj kir û dagirkerên li Kurdistanê bê înîsiyatîf hiştin.

Çendîn kêmasî û qisûrên mezin jî hebin, lê di heman demê de encameke êrênî heta radeyek baş li tevayî doza Kurd li çar beşên Kurdistanê kiriye. Lê tişta em rexnedayîna wê didin ku pêwîst bû encamên heyî bêtir layîqî têkoşîn, berxwedan û nirxên Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûna ku destketiyên hîn mezintir bi gelê me ve bidaya qezenckirin.” 

Hevserokê YRA’yê Îdrîs Henan di dawiya axaftina xwe de işaret bi girîngiya erk û berpirsyariya çapemeniya azad a ji bo bicihanîna mafên gelê KUrd kir û got, “Dîsa jî hîn dem derbas nebûye, bi taybetî şiklê têkoşîna Kurdan a wergirtina mafên xwe hatiye guhertin. Divê ji vir û pê ve jî ragihandina azad bi ruhê Şoreşa 19’ê Tîrmehê û perspektîfa pêşengên ragihandina azad, erk û misyonên demê pêk bîne. Ji her demê zêdetir barê ragihandina Kurd girantir bûye. Êdî gefa li ser paşeroj û statuya Kurdan sînorên parçeyan derbas kiriye û gelê me li hemberî qirkirinek topyekûn e. Ji lewre jî ragihandinek berpirsiyar, erkên xwe yên neteweyî nas dike, xwedî li şehîdên xwe derdikeve weke parêzvanê azadî û nirxên demokrasiyê tevbigire pêwîst dike ku bibe dengê rastiya gel û karibe heqîqet, berxwedana bêhempa ya li Rojava hatiye meşandin bi civaka navneteweyî re parve bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Înan: Li erdnîgariya Kurdistanê talaneke cidî heye
Nûçeya Pişt re YRA’yê şehîd Mistefa Mihemed bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 9’Ê TÎRMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Xizaniya li Sûdanê herî zêde bandorê li jinan dike

Li gorî rapora nû ya Navenda Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women), krîza peydakirina xwarinê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Bi saya QSD’ê em ji zilma çeteyan rizgar bûn’

Jinên Efrînê yên ji ber êrîşên çeteyan neçar man bi darê zorê carek din ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

PJAK, YRK û HPJ’ê serdana şehîdgehê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rojhilatê Kurdistanê di greva giştî de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Divê Îran darvekirinan rawestîne, dest ji êrişên li ser herêmên Kurdan berde

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nûrettîn Demîrtaş: Yên ku zêdegaviyê di rexneyan de dikin nafikirin, teqlîdê dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?