Helbestvanê Kurd ê nûjen Cegerxwîn ku di sala 1903’yan de li Gundê Hesarê yê girêdayî Êlihê ji dayik bûye. Di dema Şerê Cihanê yê Yekemîn de malbata Cegerxwîn ji Hesarê diçe binxetê û li Amûdê bi cîh dibe. Navê wî yê rast Şêxmûs Hesen e. Şerê Cihanê yê Yekemîn bandoreke mezin li jiyana Cegerxwîn jî dike. Piştî koçber dibe, karê şivantî û palehiyê dike û piştre jî berê xwe dide zanistê. Cegerxwîn 7-8 salan xwendina xwe ya dibistanê berdewam dike û dibe feqe. Di sala 1927’an de bi keça xalê xwe re dizewice. Cegerxwîn ji dema feqetiyê de dest bi nivîsandina helbestan dike. Piştî têkçûna Serhildana Şêx Seîd, hestên Cegerxwîn yên hunerî pêş dikevin û ew bûye endamê rêxistina Xoybûn ya ku ji aliyê rewşenbîr û rêveberên Kurd li Sûriyeyê hatibû damezirandin. Di sala 1932’yan bi derketina Kovara Hawarê, helbestên Cegerxwîn tê de tên weşandin.
Bi nivîsên xwe di warê wêje, ziman û çanda Kurdî de xizmeteke pir mezin kiriye. Cegerxwîn di nivîs û helbestên xwe de ji bo temayê mijarên weke; ‘welatparêzî, şoreşgerî, qedirdayîna zanîn, pêşketin, axa, beg û şêxên Kurdan, evîndariya welat û azadî û serxwebûna gelên bindest’ hilbijartiye.
Cegerxwîn ji ber zexta rejima Sûriyeyê di sala 1979’an de derbasî welatê Swêdê li bajarê Stockholmê dibe û helbestvaniya xwe li vir didomîne. Di 22’yê Cotmeha 1984’an li Swêdê jiyana xwe ji dest dide û li Qamişlo tê veşartin.
Keça Cegerxwîn Biniye Suad Cegerxwîn têkildarî kesayet û mîrateya Cegerxwîn ya ji bo glê Kurd hiştiye ji ajansa me ANF’ê re axivî.
‘BÛ MAMOSTEYÊ JIYANA MIN’
Boniye Suad Cegerxwîn da zanîn ku Cegerxwîn tenê ne weke bavê wê ye di heman demê de mamosteyê jiyana wê ye û got: “Rast e Cegerxwîn bavê min e lê belê di heman demê de sedema pêşketina min e û mamosteyê jiyana min e. Her wiha bû sembolek ji bo tevahî gelê Kurd. Ez bi bavê xwe Cegerxwîn pir serfiraz im, ji ber ku Kurdîtiya xwe û gelê xwe ji cîhanê re nîşan da û ji bo gelê xwe gelek xizmet û têkoşîn kir. Bandora bavê min Cegerxwîn li ser min pir e û ez jî pirtûk û helbestan dinivîsim da ku ez pênûsa bavê xwe li erdê nehêlim.”
‘DI HER HELBESTEKÊ DE ÇÎROKEK HEYE’
Boniye Suad Cegerxwîn di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku gelek helbestên Seydayê Cegerxwîn hene lê ya herî zêde bandor li hestên wê kiriye ya ku behsa zextên dewleta Tirk ên li ser Kurdên li Bakurê Kurdistanê ya bi navê ‘Pîra Torê’ ye û wiha axaftina xwe dewam kir: “Bi dehan dîwanên helbestan nivîsand û di her gotinên helbestên wî de çîrokek heye. Timî bal kişandiye li ser mijarên weke jiyana gelê Kurd, welat, xweza, zarok û hwd.”
‘DIVÊ EM XWEDÎ LI MÎRATA CEGERXWÎN DERKEVIN’
Boniye Cegerxwîn di dawiya axaftina xwe de got ku Cegerxwîn ji bo tevahiya gelê Kurd mîrateyeke mezin hişt û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di vê sedsala nû de helbestvanekî weke Cegerxwîn ji bo gelê Kurd bû şansek. Erka me ya li beramberî keda Cegerxwîn pir mezin û pêwîst eku divê em xwedî lê derkevin. Divê em berhemên Cegerxwîn biparêzin, yên nû çap bikin û hin berhemên ku hê jî nehatine çapkirin, divê çap bikin da ku pirtûkxaneya Kurdî bi van dîwanên berhemdar were dagirtin. Cegerxwîn tim digot ku xwedin bingeha civakê ye. Pir giranî daye xwedin û şoreşgeriyê. Pêwîst e em jî xwe di wan aliyan de baş pêş bixin.”