Abdullah Çelîk ê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Aksarayê dihat girtin û berê berdana wî bi hincetên cuda hatibû astengkirin, piştî 30 salan hate berdan. Çelîk piştî ku hate binçavkirin û girtin, bi hinceta, “endamtiya rêxistinê” û hincetên wekî ve cezayê muebetê lê hate birin.
Tevî ku cezayê wî qediya jî nehat berdan û berdana wî 3 caran bi biryara Lîjneya Îdarî û Çavdêriyê, bi hinceta “poşman nebûye” hate astengkirin. Lîjne îro jî ji bo nirxandina rewşa Çelîk li hev civiya. Lîjne vê carê biryara berdana Çelîk da.
Çelîk ê ku piştî biryara berdanê ji girtîgehê derket, ji aliyê malbata xwe û endam û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hate pêşwazîkirin.

