Cenazeyê Osman Kiliç (Gûndî), xebatkarê çapemeniya azad û Dîrektorê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ku di 12’ê Adarê de li Tiel a Holandayê jiyana xwe ji dest da, bi balafirê anîn Balafirgeha Amedê. Cenazeyê wî ji aliyê malbata wî, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ve hat pêşwazîkirin.
Darbesta Kiliç bi ala kesk û sor û zer ve hat nixumandin. Darbest bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” hat hilgirtin û ber bi navçeya wî Misirc a Sêrtê ve hat birêkirin.
Cenazeyê Kiliç, dê li Misircê bê veşartin.

