Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê ji bo şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Feysel Mele Elî ku 29ˈê Cotmehê dema li ser erka xwe bû di encama krîza dil de şehîd bûbû, merasîmek li dar xist.
Merasîm bi beşdariya bi sedan kesî li Pakrewangeha Şehîdan a bajarê Şedadê hat lidarxistin.
Di merasîmê de rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Ewed sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku şehîdan di rêya azadî û rûmeta gelê xwe de berdêlên giran dane.
El Ewed diyar kir ku “şehadet pîroz û şeref e, ji bijî mirovên fedakar û durist tu kes şehadetê bi dest naxe.”
Bi navê Hêzên Erka Xweparastina yên kantona Cizîrê fermandar Demhat Hesekê jî axivî. Demhat Hesekê heya bidestxistina serketinê soza şopandina xeta şehîdan û ramanên Rêber Abdullah Ocalan da.
Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Feysel Mele Elî hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.