Gerîlayê HPG’ê Alî Ahmedpûr li navçeya Elkê ya Şirnexê di şer de şehîd bûbû û cenazeyê wî li goristana bêkesan hatibû veşartin.
Malbata gerîlayê şehîd ê ji bajarê Ûrmiye yê Rojhilatê Kurdistanê mînaka DNA’yê da û mînak li hev hat.
Li ser vê yekê malbat hat bajêr û di bin dorpêça polîsan de cenazeyê şehîd ji goristana bêkesan wergirt û li goristana navçeyê ya li navçeya Geverê ya Colemêrgê veşart.