Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Parlamentera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordu û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî merasîma cenaze bûn.
Çîgdem Kiliçgun Ûçar di merasîmê de axivî û diyar kir ku Sever tevî sirgûn û veqetandinê jî kesayetekî ku nasnameya xwe parastiye.
Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku tevî ku li Ewropayê dijiya jî tu carî têkiliyên xwe bi ziman û çanda xwe ya dayikê qut nekir û vê hişmendiyê daye zarokên xwe jî.
Biraziyê Sever, Îmdat Sever jî diyar kir ku girêdana wî ya bi çand û nirxên xwe re di nav malbatê de hişmendiyek girîng çêkiriye.
Piştre ji bo Haydar Sever li Cemxaneya Seterhat merasîm hat lidarxistin. Piştî merasîmê cenazeuê Sever li Goristana Gundê Seterê hat veşartin.

