Ev demekî bû Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Mehmet Zekî Kiliç bi sedema nexweşiya penceşerê dihat dermankirin. Mehmet Zekî Kiliç duh ji ber pençeşerê jiyana xwe ji dest dabû.
Cenazeyê Mehmet Zekî Kiliç piştî karûbarên nexweşxaneyê anîn li Mizgefta Hz. Ebû Bekîr a navçeya Sancaktepeyê. Li vir merasîma cenazeyê hate lidarxistin. Endam û rêveberên DEM Partî, HDK û DBP’ê, saziyên civakî û gelek kes beşdarî merasîmê bûn.
Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Mehmet Zekî Kiliç anîn li Goristana Samandirayê. Beriya ku cenaze were veşartin girse di nava goristanê de meşek lidar xist.
Di merasîmê de hevseroka MATUHAYDER’ê Nûrten Karagoz axivî û wiha got: ““Ev demekî dirêj bû em bi heval Zekî re dixebitiyan. Heval Zekî ji bo azadiya gelê Kurd heta dawiyê têkoşiya.”
Piştre cenazeya Mehmet Zekî Kiliç bi diayan hate veşartin.
Girse piştî merasîma veşartinê derbasî Komeleya Şaban Koyê ya navçeya Çekmekoyê bû. Dê serdana ji bo şîna Mehmet Zekî Kiliç 3 rojan ji hêla malbatê ve were qebûlkirin.

