Bi hezaran şêniyên Rojava bi Kurd, Ereb û Suryan û pêkhateyên din, endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Şehîd Salih Muslim oxir kir. Merasîma oxirkirinê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ve li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê pêk hat.
Piştî merasîma oxirkirinê, darbesta şehîd ber bi Kobanê ve hat oxirkirin ku li Pakrewangeha Şehîd Dicle were definkirin.
Hate diyarkirin ku beriya çend kêliyan darbesta şehîd Salih Muslim gihîşt gundên başûrê bajarê Kobanê.
Karwan beriya berê xwe bide navenda bajêr li gundên Kobanê bigere.

