Yekşem, 23 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogullari: Yekane rêya aştiya mayînde rêxistinkirin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê ji AKP’ê Huseyîn Yaman biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Em ê bi gavên pêbawertir ber bi avakirina Tirkiyeya Demokratîk ve bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê şandeyek ji çar kesan pêk tê biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Serdana Îmraliyê wê bibe gaveke dîrokî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî biryara CHP’ê ya ‘Îmraliyê’ bertek hatin nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Binarê Qendîlê ji bo pîrozbahiya Cejna Berxwedana Neteweyî bang hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaxê Amedê yê ÎHD’ê: Salekê zêdeyî 190 caran mafên zarokan hatin binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûgûr û bavê wî Ahmet Kaymaz li ser gora xwe hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê semînera 25’ê Mijdarê ya ji bo mêran

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG NRÇ’ê şehîdên sala 2020’an bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aslan: EMEP ji bo serketina pêvajoyê dixebite

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin li qadan e: Em ê bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tundiya li dijî jinê zêde dibe: Divê em nasnameya zilamtiyê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Azadî û mafê jiyanê yê jinê di asteke metirsîdar de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Sedema bêdengiya civakê ya li pêşberî kuştina jinê, feraseteke veşartî ya qebûlkirinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Jin û civaka rêxistinkirî rêya gihiştina azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amûdê, Şam û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Bêyî jinan aştiya mayînde pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Cenazeyê Şehîd Argeş Serhed bi girseyî hate veşartin
Rojava

Cenazeyê Şehîd Argeş Serhed bi girseyî hate veşartin

Cenazeyê cangoriyê ragihandina azad Karahan Lokman Ûygûn (Argeş Serhed) ku di sala 2019’an de li Metînayê birîndar bûbû û piştî tedawiya 6 salan li Rojava 10`ê Tebaxa 2025`an şehîd bûbû, li bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Tebax 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Kedkarê ragihandina azad Karahan Lokman Ûygûn (Argeş Serhed) sala 2019`an li herêma Metînayê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dema ku bi erk û wezîfeya xwe radibû di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de bi giranî birîndar bûbû. Ji bo dermankirinê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li vê derê dema ku dihate dermankirin 10’ê Tebaxa 2025’an şehîd bû. Şehîd Argeş Serhed li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi merasimeke girseyî hate oxirkirin. 

Gel, saziyên ragihandina azad, endamên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Saziya Malbatên Şehîdan, saziyên Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê, tev li merasîmê bû. Tabûta cenazeyê şehîd Argeş bi kesk, sor û zer, gulan hat xemilandin. Ji ber keda wî ya di ragihandina azad de kamerayek li ser tabûta wî hat danîn. 

Dayîkên Qamişlo bi diruşmên “Şehîd namirin”, “Sond dixwin bi xwîna we ey şehîdên bê mirin”, berz kirin. 

Gaziyên şer û xebatkarên ragihandinê tabûta şehîd li ser milan derbasî Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan kirin. Bi sedan gel, gaziyên şer û xebatkarên ragihandinê li goristanê, karwanê cenazeyê şehîd bi diruşmên “Şehîd namirin” û sembola serkeftinê pêşwazî kirin.

Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo merasîm bi rê ve bir. Merasîm bi rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan dest pê kir. 

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan û bavê şehîd Yilmaz, Şêro Şero axivî. Şero di kesayeta şehîd Argeş de tevahî şehîdên azadiyê bîr anî. Şero wiha domand: “Heta ku gelê Kurd xwediyê van şervanan û şehîdan be dê bi bin nekeve, dê li hemberî şerê taybet ser bikeve.” 

Piştre Endamê Rêveberiya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Laleş Êzîdî axivî. 

Laleş Êzîdî di kesayeta şehîd Argeş Serhed de tevahî şehîd bi minetdarî bi bîr anî û got: “Heval Argeş hevalek girêdayî Rêber Apo ma. Soz da şehîdan û li ser wê meşiya.”

“ME BI HEV RE HESTÊN AZADIYÊ PARVE KIRIN”

Laleş Êzîdî wiha domand: “Me bi wî re hestên azadiyê parve kir. HPG`ê gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê spas kirin, em jî spasiya wan dikin ku şansê naskirina heval Argeş da me. Em soz didin te heval Argeş em ê gav bi gav li ser fikir û ramanê te bimeşin. Em soz didin ku em ê bi Rêbertiya azad re li ser axa Kurdistanê azad bijîn.” 

Şêwirmendê Yekitiya Ragihandina Azad Bunyad Cizîrî, şehîd bi bîr anî û ji malbata şehîd re sersaxî xwest û got: “Heval Argeş zanîngeheke baş xwendibû, dikarî jiyaneke asayî bijî. Lê ji bo gelê xwe, Rêberê xwe asayî jiyan nekir.”

Bunyad Cizîrî behsa ked û têkoşîna şehîd Argeş kir û got: “Em ê jî weke Yekitiya Ragihandina Azad em ê nehêlin pênûsa wî li erdê bimîne û em ê xebata wî bidomînin”. 

Endamê Kongra Îslama Demokratîk Umar El Qadirî jî şehîd bîr anî û got: “Em ê li ser soza xwe bin, em ê xwedî li axa xwe derkevin û li ser rêya heqiyê bin”. 

Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û li ser navê malbatê hevalên wî xebatkarên ragihandinê wesîqeya şehîd girtin. 

Dûre girseyê cenazeyê şehîd Argeş Serhed veşart.

 ŞEHÎD ARGEŞ SERHED

Argeş Serhed li navçeya Milazgîr a bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk dibe. Piştî ku dibistana seretayî, navîn û amedeyî diqedîne, li Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) ku yek ji zanîngehên sereke yên Tirkiyeyê ye dixwîne. Argeş Serhed li zanîngehê xebatên ciwanên şoreşger û welatparêziyê dimeşand. 

RÊYA XALÊ XWE HÎKMET TOKMAK ŞOPAND

Xalê wî Fûat-Hîkmet Tokmak (xebatkar û rêveberê PYD’ê) ku di 29’ê Mijdara 2004’an li Mûsilê di encama komployekê de şehîd bû, bandorek mezin li wî kir. Şehadeta xalê wî têkoşîna wî xurttir kir, zanîngeh di pola sêyemîn de terikand û biryar da ku bibe şoreşger. Li ser vê bingehê di sala 2008’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û piştî ku tevlî nava karên Komalên Ciwan bû weke şoreşgerekî profesyonel careke din berê xwe da metropolên Tirkiyeyê. Xebatên şoreşgerî da meşandin, ji ber vê gelek caran rastî zextên dewleta Tirk hat. 

14’ê Tîrmeha 2010’an di salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin de ku rojeke gelekî bi wate û dîrokî ye, li çiyayên Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû. Piştî perwerdeyê bîrdozî û leşkerî li Metînayê xebatên arşîv û çapemeniyê da meşandin. Ji 2010’an heta 2013’an li Metînayê xebatên arşîv û çapemeniyê da meşandin. Di sala 2013’an de beşdarî xebatên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bû. Ji 24’ê Tîrmeha 2015’an heta 2017’an li Zagrosan weke nûçegihanê şer kar kir. 

Argeş Serhed di sala 2019’an de, li Metînayê dema amedekariya bernameya “Kurmê Darê” dikir, di encama êrişa artêşa Tirk de, ji serê xwe bi giranî birîndar bû. Ji bo tedawiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, piştî tedawiyek dijwar a 6 salan, di 10’ê Tebaxa 2025’an de şehîd bû.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îsraîlê projeya E1 a 3.400 xaniyên li Şerîaya Rojava erê kir
Nûçeya Pişt re Kesê ku li ber meclîsê ‘Toros’ şewitand, hate girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bomeberdumana li Lubnanê dewam dike: Îsraîlê sînyala operasyona bejayî dide

Di bombebaranên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de herî kêm 22 kesên din jî jiyana…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîdên meha Gulanê li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Şêniyên kantona Firatê şehîdên meha Gulanê li ser gorên wan bi vêxistina mûmam bi bîr…

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandariya HPJ’ê 7 gerîlayên azadiyê bi bîr anîn

Fermandariya Hêzên Parastina Jinan a Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) bi daxuyaniyekê di salvegera şehadeta 7 gerîlayên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Wê ji AKP’ê Huseyîn Yaman biçe Îmraliyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Binarê Qendîlê ji bo pîrozbahiya Cejna Berxwedana Neteweyî bang hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî bi Şêx Manî El Cerba re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Humsê 2 ciwanên ku hatibûn revandin, hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?