Cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîd Diyar Tebqa (Îbrahîm El Elî) ku 3ˈyê Mijdarê li kantona Efrîn-Şehbayê şehîd bûbû, îro bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê, tevî nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn ku li Pakrewangeha Şehîdên Tebqayê hat lidarxistin.
Di merasîmê de hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê Mehmûd El Sayil sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Şehîd Îbrahîm ji bo welatekî azad berdêla giran da, lewre hêjayî teqdîr û pîrozkirinê ye. Şehîd di bîr û dilên me de zindî ne.”
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Tebqayê Ehmed El Umer jî banga hevgirtina bi QSDˈê re kir û got: “Bê guman gelê me di pêvajoyeke dîrokî ya têkoşîn, berxwedan û şoreşê de ye. Parastina destkeftiyan bi fedakarî û yekitiya bi QSDˈê re tên mîsogerkirin û parastin. Şehîdan ji bo azadî û jiyaneke aştiyane berdêlên giran dan.”
Di dewama merasîmê de serokê Meclîsa Olî ya Kantona Tebqayê Ebdulmutelib El Betran jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku şehîd di rêya parastina gel de canê xwe feda kir.
Piştî axaftinan nasnameya şehîd Diyar Tebqa hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Di dawiyê de girseyê cenazeyê şehîd bi dirûşmên “Şehîd namirin” spart axê.