Şêniyên Amûdê, endamên saziyên sivîl û leşkerî berê xwe da Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl û şervanê QSDˊê Silêman Xelef (Rohat Hesekê) ku di 12ˊyê Adarê li Dêrazorê de şehîd bû, bi merasîmekê veşartin.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Mihemed Colî fedakariyên şehîdan pîroz kir û got: “Vî gelî di oxira azadiyê de tiştên herî giranbuha da û di oxira serkeftin û parastina destkeftiyan de amade ye her tiştî pêşkêş bike.”
Colî soza şopandina rêça şehîdan û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan da.
Di dawiyê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.